Ramana Qazî li ser zimanê Dr. Rehîmî Qazî

Ramana Qazî li ser zimanê Dr. Rehîmî Qazî

Nivîs: Stran Ebdullah

Piraniya gotin, şirove û dîtinên serokomarê Kurdistanê Şehîd Qazî Mihemed û ramanên wî yên xweş û zelal li ser tevgera azadiya gelê Kurd û komara wî di vê pirtûka Dr. Rehîmî Qazî de ye.

Li ser yanzdeh mehên serpêhatiya hikûmeta Kurdistanê li Mehabada paytext gelek pirtûk û gelek çîrok hene, lê ev pirtûka nemir Rehîmî Qazî ya bi navê (Tevgera Rizgariya Netewî ya Gelê Kurd û Qazî Mihemed 1941-1947) ya herî baş e di warê guhastin û daxuyaniyên Qazî Mihemed. Li vir axaftin, hevpeyivîn û îşaretên serokomar bi başî hatine guhastin û şîrovekirin. Di vê berhemê de guhastina gotin û axaftina Qazî Mihemed bûne bingehê teza dêrîn a doktorayê ya Rehîmî Qazî û têzên wî li ser komarê ye ku di sala 1971ê de li Bakûya paytexta Azerbaycanê parastiye.

Ez dizanim ku ev kitêba ku di dawiya sala 2012an de bi însiyatîfa dezgeha Aras hatiye çapkirin, dê ji ber şiroveyên wê yên kilasîkî û bi nêrîna nivîskarî ya serdema Sovyetê were rexnekirin, lê bi rastî jî ya herî baş e ji bo nîşandana nerîneke kûr û berfireh a ramana Qazî.

Ji ber ku (Pêşmerge)yê akademîsyen Rehîmî Qazî, nivîskarê romana Pêşmerge, li ser arşîvên Azerbaycan û Yekîtiya Sovyetê lêkolîneke hûr û baş kiriye. Nivîskar jî rast dibêje ku hinek pirtûk behsa komarê dikin bêyî ku behsa Qazî bikin. Ji ber ku bila ev adet di lêkolînên Komarê de berdewam bike. Rast e ev tevgera netewî qonaxeke girîng a dîroka Kurdistanê ye. Hewildana giştî a neteweyekê ye, lê belê karê tîma netewî bêyî behsa serok tîma serokomarîtiyê temam nabe.

Bê şik tezên pirtûkê (Tevgera Rizgariya Netewî ya Gelê Kurd û Qazî Mihemed-1941-1947) li gorî çavkanî û gotarên akademîk ên nû ku di van çend deh salên pêş de li ser komarê hatine nivîsandin, kêm maye ku kevnar dibin. Yên nû jî gotin û lêkolînên nû têda ne, lê belê ev berheme madeya xame û gelek tiştên baş têda heye li ser raman û fikrên serokomar û heqbû ji zûda bihata nirxandin.

Ez li vir bang li ehlê pirtûk û lêkolînerên dîrokê dikim ku dema ku hûn bixwazin biçin serdana komarê û serokê wê bikin, vê xezîneya baş li ser masê û refên pirtûkxaneyên xwe biparêzin.

Di dema xwendin û serdana vê pirtûkê hat bîra min di sala 1980an de pirtûka kêm wêne a (Dîrokî) ku ji aliyê kurdolog Dr.Kemal Mezher Ehmed ve hatiye nivîsandin amajeyeke dewlemend bi ev berhema Rehîmî Qazî heye ku Dr.Kemal wek bîranînên şehîd Qazî Mihemed dide nasîn û destnivîsên weha ji bo vê pirtûkê ji bilî organ û minberên fermî ku jêdera axaftinên Serokomar Qazî Mihemed in, dibe ku her çavkaniyek hêja bin.

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

XELAT