Şewata Helebçe di navbera NASA û YASAyê de

Şewata Helebçe di navbera NASA û YASAyê de

Nivîskar: Jîner Mihemed

 

NASA di nûhtirîn raport û analîza xwe ya derbarê karesata siruştî ya li Helebçeyê de, hevoka bûyer û êşek e mezin bi kar tîne, lê rastiya êşê ji esman nayê hîskirin, belku koçerên li zozanan wê yekê dizanin û hest bi wê yekê dikin; û akinciyên navçeyê jî wê yekê têdigihin, ku ew tiştê şewitiye ne tenê darên di destê bav û kalan de ne; û ne mîrata malbatên resen in, lê dîrok şewitandiye û rabirdûyeke dirêj jî digel xwe biriye.

Lîstikvan (Sandra Bullock) çîroka gotûbêjên xwe bi yekane gula di odeya xwe de vedibêje, û hemû axaftinekê di tenahiya giyan de bi avedaniyek e mezin wêne dike, eger hêza gulekê di nav sarincokê de ji bo axaftinê ewqas mezin be,gelo wê demê; hêza qêrîna hemû daristan,dar û şitlên Helebçeyê çend bû; ku di rewşa dişewatê de dengê wê gihîştiye esmanan;pêwîste ew çiqas mezin be? Ev êşek e ku tenê xelkê Helebçe û qehremanên bi hêza amêrên vemirandinê yên xwe mijûlî vemirandina şewatê bûn; û du mêrxasên wêrek ji bo bi dawîanîna wê şewatê,şewitîn û şehîd bûn.

Diyarîkirina navnîşan û girêdana (NASA) bi yasayê re, eger beşa yekem girêdayî nirxandin û çavdêrîkirina ziyan û encamên wê yên metirsîdar yên bûyerê be,wê demê beşa duyem jî ji bo pêdaçûnek e cidî ya navxweyî ye; ya bi wê yasayê û rêziknameyan e ku di encamê de bi xemsarî yan bi zanbûn be;bi çavkaniya karesatek e siruştî ji wê cûrê.

Rastî ew e ku eger rêzgirtin ji bo jîngeh û parastina çavkaniyên jîngehê yên welêt di warê berpirsiyartiya rewiştî û nirxên bilind yên neteweyî de neyê parastin,wê demê bi zorê û hêza yasayê; pêwîste sinorek ji bo bûyerên bi vî rengî bên danan.

Ya rast ew e ku heya niha nayê zanîn ka sedemên rûdana vê şewatê çavkaniyên xwe ji çi wergirtine;di encama xemsariyê de ye ; yan bi zanabûn ew buyer hatiye dirustkirin, her kijan ji wan be jî; pêwîste di pêşerojê de mekanîzmayên çavdêrîkirinê werin zêdekirin; daku bûyerên bi vî rengî carek e din dubare nebin.

Her weha piştî bi parêzgehbûna Helebçe, pêwîste tîmên parastin yên şaristanî ji aliyê çavkaniyên mirovî û çi ji aliyê alav û kelûpelên pêwîst ve, bi awayekî hevçerx alîkariya wan bên kirin.

Ji ber ku çênabe Helebce ya gelekî navdar e bi pirbûna rêjeya keskatî û darên xwe, bi şewatek e wisa bibe sedema wêrankirina jîngehê û bibe û navçeyek e geştiyariyê ya girîng bibe qurbanî.

 

Xelat/ PUKMEDIA