Rewşa zarokên penaber yên Rojava

Nivîskar: Roşîn Serêkanî
Ragihandina roja cîhanî ya zarokan di sala 1945`an de weke helkefteke navdewletî her sal tê pîroz kirin ji bo pêşxistin û têkiliyên navdewletî û hişyarîkirina zarokên cîhanê ku zarok xwediyê hemû mafane.
Roja zarokan ji bozarokên penaber çiye?
-Zarokên penaber mafên xwe yên bingehîn didin aliyekê û li ser ya giringtir difikirin (bi jiyan).
- zarokên penaber ji ber temen û jiber tinebûna kaxezên resmî belgeyên ku li welatê xwe yê xwendine û bi taybet yên di dibistana (Rêveberiya Xweser) de ji xwendinê bê par man.
Gelek zarok di qonaxa amadekariyê de ji ber zextên aborî û manewî yên jiyanê dev ji dibistanan berdidin. mînak kur di temenkî biçûk de ji bo ku bixebite dev ji dibistanê berda û bi temenên xwe yên biçûk berpirsyariyê hildigire.
-Zewaca keç bi temenê biçûk ji bo jiyanek çêtir dê û bav wisa difikirin
- zarokên penaber ji ber gelek tiştên êşiyan weke şer , revîn, birçîbûn û rewşa xerab ya aborî ya welatê ku lê penabûne gelek nexweşî dibînin di nav de yên derûnî û nexweşiyên wek dil, felc , nexweşîna çav û nexweşên kronîk yên din û her weha yên derunî wek derengiya axaftin û bihîstinê û otîzim û hundizînin..
-Heya niha ti rêxistinek bi serneketiye ku sozên xwe ji bo peydakirina pêdiviyên zarokan di warê perwerdehî û dermankirinê de bi cih neanîne, nemaze zarokên ku divê li welatekî dine bên dermankirin , ango ji nûve bicihkirin (hevwelatîbûn).
-Hewcedariya zarok jî bi wekheviyê heye, mîna her zarokekî li welatê ku lê digere, lê me bi gelek rêxistinan re hewl da ku em alîkariya zarokan bikin, lê tiştê ku ji wan re tê xwestin nedan.
Zarokên me wek penaber gelek êş û janan dikşînin tu kes hest bi wan nake û çi ji wan re pêwîste di jiyanê de û mafên wan ku wek zarokên cîhanê bijîn.