KURDSAT ÇAVEKE BI RONDIKÊN NÎŞTIMANÎ

KURDSAT ÇAVEKE BI RONDIKÊN NÎŞTIMANÎ

Nivîskar: Hozan Efrînî

Kurdsat çaveke bi rondikên nîştimanî ku ji bîr û raman û rêbaza rewanşad serok Mam Celal û serperştyariya jina şoreşger a kurd Hêro Îbrahîm Ehmed hatiye holê ku bû ye kenaleke xizmet pêşkêşkirin û derxistina rastiyên veşartî li dever û navçeyên Kurdistanî.

Bi boneya hatina serî sala nû ya 2025`an, her weha bi Salvegera 25'mîn ya damezrandina kenala Kurdsatê, ez wek rojnamevan û nivîskarekî Rojavayê Kurdistanî, germtirîn û buhatirîn pîrozbahiyên xwe ji dil arasteya gelê kurd û tevahiya rêvebir û karmend û rojnamevanên kenala Kurdsatê dikim û di kar û xebatên wan de serkevtinê dixwaz im..

Di rastya xizmetkirin û derxistina rastiyên veşartî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Efrînê, Kurdsat û Kurdsatnews di pêş hemû kenalên kurdî û Kurdistanî de bûn. Ez bîner û şopênerê hemû rojekê ya cenga giran a li Efrîn û Kobanê û Serêkanî û Şehbayê bûm. Efrîn û Kobanê û Tileran û Tilhadil û Serêkamî û Rojavayê Kurdistanê bi giştî wek babetên herî sereke ya kenala Kurdsatê bûn.

Ez dikarim ji dil û hizrê xwe bi zelalî bînim ser ziman ku Kurdsat ango Kurdsatnews bûn xwedî moreke nîştimanî li ser dîwarên dîroka kurd û Kurdistanê xistine û tomarkirine.

Heya dema ku Efrîn hat dagîrkirin bi awyekî fermî rojên reş ragihand û êdî hemû agahiyên derbarê kiryarên ne rewa û bimpêkirinên li Efrînê dida şopandin û ragihandin.

Piraniya nûçe û raportên wê kenalê li ser Rojavayê Kurdistan û Efrînê bûn. Ji ber dagîrkrina herêma Efrînê, hemû flîmên ku ji zimanê Tirkî wergerandibûn ser zimanê kurdî zeraveya Soranî ku bi sed hezaran dolar lê çûne tev rawestandin û piştîvaniya xwe ji bo Efrînê dubat kir.

Kurdsat xwedî helwesteke girînge ji bo xwedî lêderketina li parastina destkevtên gelê kurd li her çar aliyên Kurdsitanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê.

Kenala Kurdsat di sala 2000 `an de hat damezrandin û dikarî di heyama 25 salan de, dengê rastiya doza gelê kurd bi piraniya sazî û dezgeh û aliyên peywendîdar ên cîhanê û rastiya rewabûna doza gelê me bide pejirandin û mora rasteqîne li ser rûpela dîroka ragihandina kurdî bide wek kenalên Med û Medya tv’î û GKê ku di dîroka ragihandina kurdî de wek şoreşeke geşekirina têgeha pak û dirust ya ragihandin û rojnamegeriya kurdî ya watedar.

Mirov dikare derbarê kar û xebat û tevgera ragihandinî ya Kenala Kurdstaê de bibêje; Di dema zehmetî û êrişên neyaran li dijî doza kurdî li her aliyên Kurdistanê û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.

Kurdsatê dikarî roleke bi hêz û bi bandor bileyze û bi taybetî bi riya weşana kenala Kurdstanewsê.

Rewanşadî ki bo destpêşxerê projeyê rewanşad serok Çam Celal û cansaxî ji bo jina şoreşgerê kurd Dade Hêroxan.

Pîroz be 25 saliya damezrandina kenala Kurdsat News..

1/1/2025

XELAT