ÇIYAYÊ BEL, NE ÇIYAYÊ (BILÊL)
Nivîskar: Merwan Berekat
Li aliyê min ê paş gundê Çençeliya li ber dawa çiyayê ((Bilêl)) yê Çiyayê Kurmênc - Efrînê ye.
Min çima navê çiyê xistiye nav du cotekevanan? Ji ber ku navê wî yê rast û resen ne (Bilal) e. Vê jê seyrtir, hin ji şêniyê Çiyayê Kurmênc dibêjin ((çiyayê Bilalê Hebeş))!!!!. Ev nav ji kûderê hatiye û kê lê kiriye?
Dema ku Çiyayê Kurmênc ji aliyê Osmaniyan ve dagîrkirî bû, oldarên wê ji şêniyê herêmê re gotin: Bilalî Hebeş yê ku azanvanê pêxember Mihemed bû, hatiye li ser vî çiyayê bilind azan daye!!!! Piştre tevgera Mirûdan ya ku "Şêx Efendî" bi rêve dibir, wê gotina oldarên Osmaniyan teqez dike. Ji ber ku "Şêx Efendî" ku navê wî yê rast Îbrahîm Xelîl e, peyayê Osmaniya bû.
Navê çiyayê (Bilêl) yê resen çiyayê BEL e. Ev navê xwe ji bilindahî û şêweyê xwe yê bel wergirtiye.
Li Çiyayê Kurmênc kalemêr û pîrejinan hin biwêjek digoin wek:
- "Li zistana kumê çayê Bel timî spî ye". Ango li dirêjya zivistanê tim berf li ser heye
- "Bejna Xelê çayê Bel e". Ango bejinbilind e.
- "Eniya Reco çayê Bel e". Ji ber ku çiyayê Bel li nêzîkî bajarokê Reco ye.
Dema ku min zargotina Çiyayê Kurmênc kom dikir û belge dikir, min ew biwêjan ji şêniyê gundewarên derdora çiyayê BEL wergirtin.
i********************
Dîroka wergirtina wêne: Payza sala 2017an, bi kamîreya birayê hêja Mihemed Bilo.
XELAT
