FELSEFEYA NANÊ TENÛRÊ

FELSEFEYA NANÊ TENÛRÊ

Nivîskar: Zeynelabidin Zinar

Bêguman çi tiştê ku li vê Heyînê (kaînat) heye, tê de felsefeyeke taybet jî heye. Ji felsefeyê zêdetir, projeyeka xwe jî heye.

Duhê bi şev min vê kurtenivîsê (WATEYA GROVERIYA NANÊ TENDÛRÊ Û QULA DI NÊVÎ DE ÇI YE?) weşandibû.

Ji 20î zêdetir biraderên me şirove nivîsîne. Profesorê me rêzdar Elî Bilgîn jî guleke sêrengîn pêşkêş kiriye. Biraderê me yê felsefevan Mamed Cimo jî peyameke dengî bo min hinartiye. Spas ji bo hemû birderan.

Pêşî ez ê danasîna wateya TENÛRê bikin:

Ji tenûrê re, TENDÛR jî tê gotin.

Navekî dupeyvî ye û ji TEN/tenf û NÛRê afiriye.

Kurd ji nanê tenûrê re nanê KILOR, nanê TEPTEPE û nanê KAGELê jî dibêjin.

Pêşiyên Kurdan gotine: NAN QÛTÊ ÎMANÊ YE!

Ji ber hindê ye Kurd miriyên xwe bi nên dişînin goristanê.

(Dema yek dimire û cenaze li erebeyekê siwar dikin, nanekî tenûrê bi pêşiya erebeyê ve dikin.)

Peyvika NANê grover ê kurdî, ji peyvika XAL û NÛNê hatiye wergirtin. Di elîfbêtika Aramî de tîpa NÛNê ji çavê mirovan hatiye wergirtin. Di vêjeya klasîkên Kurdî de dema ku helbest li ser evîndara xwe gotine, ruyê wê XAL û çavên wê jî NÛN bi nav kirine:

Zulf û xalan nûn û dalan/ wan ji min dil bir bitalan- Cizîrî.

Ji wan neqş û nîgar û xet û xal û şeklê canefza – Şêx Hesîn Axtepî

Dide xal û xetan dil pê be talan- Şêx Eskerî Axtepî

Çendî ku di van 200-300 salên dawîn de gelek tîpên nan ên cuda di nava Kurdan de hatine bikaranîn weke nanê lewaş, nanê sêlê, nanê kade, nanê badayî, nanê hişk, nanê bûkik û hwd, lê yê bingehîn û felsefî nanê grover ê tenûrê ye.

Nanê Kurdan (bi qederê 30-40 cm.) grover e û di nîvê wî de qul heye.

Lê belê nanê Ereb û yê Tirkan, ne di şûfê nanê Kurdan de ye. Lê navê hin welatên Asya yên Arî, yan jî hin miletên ku ketine binê tîna Çanda Ariyan jî, grover e.

FELSEFEYA DI NANÊ TENÛRÊ DE

Li gor lêkolînên befireh, felsefeya ku di nanê Tenûrê de heye ev e:

Dema Kurdan bawerî aniye  ku ROJ xwedanê heyînê ye, nanê xwe jî wek groveriya rojê çêkirine. Qula di nêvî de jî, sembola hevrîk, kulek û pencereyên di xaniyên Kurdan de ye ku tîrêjên rojê di wan re derbasê hindurê mala wan dibin.

Jixwe navekî Kurdan ZARÛKÊN ROJÊ ye.

Navê Kurdistanê yê kevnar jî, WELATÊ ROJÊ ye.

Bi hêviya lêkolînine berfireh ji aliyê ciwanên me ve, her şad û serkeftî bin…

17/ 12/ 2023. 15:37

XELAT