Newroz ji bo Kurdan çi wateyê digire?

Newroz ji bo Kurdan çi wateyê digire?

Gotarnivis: Alan Lezan

Dema ku em di koka dîrokî ya Newrozê de digerin, tê dîtin ku dîrokek wê heye ku nêzîkî 4350 sal berê diçe. Di wê serdemê de tê zanîn ku Gutî di perestgehan de cejnek bi navê Zagmukê pêk dianîn. Zagmuk jî bi wateya ‘Roja Nû’ ye. Di merasîmên cejna Zagmukê de agir dihatin vêxistin û padîşah di nav gel de diçû. Di sedsalên paşerojê de tê dîtin ku kevneşopiya Zagmukê di Zerdeştîtiyê de jî derketiye holê û ev kevneşopiyên merasîman piştî Gutiyan di demên Hurrî, Kassît, Mîtannî, Urartu û Medan de jî hatine parastin.

Efsaneya Newrozê ya ku îro tê zanîn û bi hezkirina azadiyê re yekbûyî ye, efsaneya Kawaya Hesinkar ev e:

 "Di demên pir kevn de, di serdemên ku hêj kes li ser rûyê erdê tunebû, Yezdan bi navê Zervan du kurên xwe çêkirin. Yek ji wan Hûrmûz bû, ku bereket û ronahiyê belav dikir. Yê din jî Ehrîman bû, ku xerabî û kêmasiyê belav dikir. Li ser erdên ku Fırat û Dîcle lê zindî bûne û Ahura Mazda pîroz kiriye, Hûrmûz pêşvebirê qencî û şaristaniyê bû, Ehrîman jî dijminê wî bû.

Hûrmûz ji bo ku li ser rûyê erdê nûnertiya wî bike, Zerdeşt şand û dilê wî bi evînê dagirt. Zerdeşt jî kur û keçên xwe da Hûrmûz. Ehrîman ev yek çavnebar kir û bi salan bi qencan re şer kir. Ji qencan re, ji nesla Zerdeşt re, li herêma Medyayê jiyan jehr kir. Ehrîman ji ezmên agir barand bahoz rakirin.

Di dawiyê de nefret û jehra xerabiyê ya di hundurê xwe de rijand ser mejiyê padîşahekî zalim ê bi navê Dehaq û wî wek belayek şand ser gelê Medê. Dehaq tenê xerabî zanibû. Dehaqê zalim xwîna gel dimêt lê jehra di mejiyê wî de wî xist bin bandora nexweşiyek mirinê. Dehaq di nav êşan de diçû, çare ji nexweşiya xwe nedidît. Bijîşkên wê demê ji bo ku êşên wî kêm bibin û birîna wî bigire pêşniyar kirin ku mejîyên ciwan û zarokan li birînê bêne kirin.

Bi vî awayî katliameke bi rojan dest pê kir; her roj serê du ciwanan dihat jêkirin û mejîyên wan wek derman li birîna Dehaq dihatin kirin. Her ku ciwan dihatin kuştin rewşa Fıratê, Dîcleyê û  Botanê perîşan û dilşewat bû. Gel bêçare û bêhêz ketibû. Dema ku ciwan dihatin qetilkirin, rojekê dor hat kurê herî biçûk ê Kawaya Hesinkar ê Kurd. Kawa ku berê jî 17 kurên xwe di vê rêyê de winda kiribûn, bêçare mabû.

Kawaya Hesinkarê Kurd, di şeva ku şev û roj wekhev dibin, tarîtî têk diçe û ronahî dest pê dike yanî di şeva 20ê Adarê ku bi 21ê Adarê ve girêdayî ye, heta sibehê li ber ocaxa hesinkariyê şev derbas dike û ji bo ku kurê xwe ji qetilkirina Dehaqê zalim rizgar bike çareseriyan difikire. Û nûnerê qenciyê yê li qata heftemîn a ezmên, hesinkarê Ninowayê yê belengaz, yê ku dilê wî bi evîn û hêviyê tijî ye, hêz dide destê Kawaya Hesinkar û ronahiyê dide aqilê wî.

Rêya rizgariyê ji pençeyên zalim fêrî wî dike. Dema sibêya 21ê Adarê tê, Kawa bi destê xwe dixwaze kurê xwe teslîmî destê Dehaq bike û dikeve qesra zulmê û xerabiyê. Dema ku kurê xwe dibe ber Dehaqê zalim, orsa xwe li serê Dehaq dide. Gava laşê mirî yê Dehaq li ber lingên Kawaya Hesinkar dikeve, agirekî xerabiyê li Ninowa yê dimire. Di demeke kurt de hemû Ninowa û gelê herêmê serî hildidin û agir dadidin, ber bi qesrê ve dimeşin. Kawa, yê ku li dijî zulmê serhildanê dest pê kir, di dema xebata li ocaxa hesinkariyê de, pêşgira xwe ya kesk, zer û sor wek ala serhildanê ala nûjen a Kurdan û agirê ocaxa xwe jî wek meşaleya azadiyê dike.

Dema Ninowa bi şewatê dişewite meşale ji dest bi dest digerin. li serê çiyan agir têne vêxistin û coşeya rizgariyê bi rojan dom dike. Kurdên ku ji Dehaqê zalim rizgar bûne, 21ê Adarê wek roja azadiyê, rizgariyê û cejna Kurdan pîroz dikin. Kawayê Hesinkar wek lehengê serhildanê, Newroz jî wek roja berxwedan û serhildanê di dîrokê de cih digire.

Pîrozkirina Newrozê wek cejnekê û bûyera Kawayê Hesinkar divê ji hev cuda bêne girtin. Newroz ji dema Gutiyan ve wek cejnek ê tê pîrozkirin û xwedî dîrokeke ji 4350 salan zêdetir e. Serkeftina Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim jî di sala 612 berî zayînê de ye. Kurdên ku bi sedsalan Newroz pîroz kirine, di 21ê Adar an de bi serkeftina Kawê re coşiyeke cuda jiyane.

Piştî vê serkeftinê, Kawa li serê çiyekî agirekî mezin dadide û ev agir dibe sembola azadiyê û berxwedanê. Ji ber vê yekê, di pîrozkirinên Newrozê de vêxistina agir kevneşopiyeke girîng e û gotina ku Kurd zarokên agir û rojê ne jî ji vê yekê tê.

Heta duh, wek nimûne li Tirkiyeyê, Cejna Kurdan a Newrozê qedexe bû. lê di van salên dawî de hin dagirkerên wek Tirkan jî "cejna biharê" dibêjin û ji bo ku wateya wê vala bikin dest danîne ser, lê Newroz bi eslê xwe ne cejna gelên Rojhilata Navîn e, ne jî cejna Tirkan e, ew cejneke Kurdekî ye û hin gelên Rojhilata Navîn jî ji vê cejna bi eslê xwe Kurdan bandor bûne...

Nîşe:

Îdîayên ku dibêjin Kawaya Hesinkar xayîn e, bi gelemperî ji şîrovekirina cuda ya vegotinên dîrokî û mîtolojîk têne. Ev îdîa bi taybetî bi ji nû ve şekilkirina efsaneyê di çand û çarçoveyên îdeolojîk ên cuda de têkildar in. Li vir çend xalên ku ev îdîa li ser disekinin hene:

Şîroveyên Cuda yên Efsaneyê:

Efsaneya Kawaya Hesinkar, ji bilî mîtolojiya Kurdan, di mîtolojiya Farisan de jî cih digire. Di mîtolojiya Farisan de, serhildana Kawê carinan wek têkdana nîzama heyî tê şîrovekirin. Ev şîrove, dibe sedem ku Kawa ne wek leheng, lê wek figurek ku nîzamê tehdît dike bê dîtin.

Perspektîfên Îdeolojîk û Siyasî:

Hin derdorên dîrokî an siyasî, dibe ku efsaneya Kawê li gorî berjewendiyên xwe yên îdeolojîk ji nû ve şîrove kiribin. Di vê çarçoveyê de, serhildana Kawê ji aliyê komekê ve wek têkoşîna azadiyê tê dîtin, lê ji aliyê komeke din ve wek xiyaneta li dijî desthilatdariya heyî tê nirxandin.

Bingehên Dîrokî yên Efsaneyê:

Ji ber ku çîroka Kawê vegotineke mîtolojîk e, ji rastiya dîrokî zêdetir wateyên sembolîk digire. Lê ev sembol di çarçoveyên cuda de bi awayên cuda têne şîrovekirin û ev jî dibe sedema têgihiştinên nakok. Ev cure îdîa bi gelemperî ji çarçoveya dîrokî û çandî ya efsaneyê qutkirî têne kirin. Lê belê, çîroka Kawê, bi piranî wek sembola berxwedana li dijî zulmê û azadiyê tê qebûlkirin.

Ji tirkî Wergera kurdî: Celal Orhan

XELAT