Cêwiyê êşê Zubêr Salih
Nivîskar: Helîm YÛSIV
Roja 20.08.2023‘yan li bajarê Essen ê Almanyayê, ez li ahenga îmzekirina CD û pirtûka stranan a hunermend Zubêr Salih amade bûm. Pirtûk ji gotinên beşek ji stranên wî, her wiha CD ji stranên ku gotinên wan helbestên Melayê Cizîrî ne, pêk tê. Civat ji hêla Yekîtiya Nivîskar û Rojnamegerên Kurd li Sûriyê ve hatibû birêxistin.
Di vê nivîsê de ez ê nikaribim serboreya vî hunermendî ya demdirêj ku heta niha bi kêmanî du sed stran li pey xwe hiştine, binirxînim. Wisa jî ez ê li ser jînanîgariya wî bi berfirehî hûr ranewestim. Ez ê tenê li jêdera wê xemgîniya di dengê wî de bigerim.
Destpêkê çend agahiyên giştî
Di sala 1965‘an de li gundê Dellîkê yê bi ser Dirbêsiya rojavayê Kurdistanê ve hatiye dinyayê. Ji malbateke wiha ye ku ne tenê bav dengbêj bû, lê belê dê jî li tembûrê dixist. Sala 1977‘an malbat bi temamî bar dike bajarê Hesekê û li wir dijî. Zubêr Salih sala 2000‘î tevî malbata xwe tê Almanyayê û heta niha lê dijî.
Heta vir her tişt normal xuya dike. Dibe ku sedema xemgîniya hunermendekî ew be ku tenê mirov kurd be. Jixwe rewşa kurdan ji her alî ve bi trajediyan ve dorpêçkirî ye. Lê ji bo Zubêr ê hunermend ku ji biçûkaniya xwe ve dest bi tembûrjenî û stranbêjiyê kiribû, qederê hin trajediyên din jî jê re veşartibûn. Yek ji wan jî çîroka birayê wî Silêman bû.
Straneke wî bû sedema kuştina birayê wî
Li Hesekê û derûdorên wê nav û dengê Zubêr ê 23 salî belav dibe û li dawetan distirê. Roja 17.10.1988‘an berê sibehê, di navbera saet sisê-çarê sibehê de, kujerekî ku kêrek di dest de derbasî mala wan dibe. Deriyê oda razana Zubêr girtî ye, lê ya ku diya wî û birayê wî Silêman ê 21 salî lê razayîbûn, vekirî bû. Yê kujer birayê wî Silêman dide ber kêran û wî dikuje û diçe. Gava diya wî di nav tariyê de destê xwe dirêjî kurê xwe dike, destê wê di nav xwîna kurê wê de dimîne.
Piştî yê kujer direve, êdî hem ji bo rizgarkirina Silêman û hem jî ji bo naskirina yê kujer dem dereng dibe.
Pênc salan hem tawanbar û hem jî sedemên tawanbariyê veşartî dimînin. Di sala 1993‘yan de derkete holê ku sedema kuştina birayê Zubêr Salih stirana wî ya bi navê “Eyşê” bû. Ya ku li yê kujer jî mikurhat jina wî ya bi navê “Eyşê” bû.
Gava Eyşê û mêrê xwe piştî pevçûnê ji hev vediqetin, malbata mêrê wê dixwazin zarokên wê bi zorê jê bistînin. Ew jî soz dide ku li kujeriya mêrê xwe mikur bê û wiha dike.
Bûyer bi vî awayî qewimî bû, mêr vedigere malê û zarokan bi tenê dibîne. Jina wî Eyşê dev ji wan berdabû û çûbû dawetê. Gava mêr tê, dibîne ku Eyşê li dawetê li stirana “Eyşê” ya Zubêr Salih guhdarî dike. Bi vî awayî ew mêr biryara kuştina Zubêr Salih ê ku haya wî ji tiştekî tune ye, dide. Gava yê kujer derbasî mala wan dibe, li şûna Zubêr birayê wî Silêman dikuje.
Çîrok li vir bi dawî nabe. Piştî yê kujer dibîne ku jina wî lê mikurhat, êdî di aliyê Amûdê re berê xwe dide sînor, da derbasî Serxetê bibe. Li ser sînor yan bi bombeyan, yan jî bi guleyên leşkerên sînor tê kuştin.
Zubêr Salih hin ji aliyên vê çîrokê di stirana xwe ya “Lê Dayê” de dibêje.
Ji hêlekê ve bira, ji hêla din ve zarok
Zubêr Salih di temenekî biçûk de dizewice, hevjîna wî hem ji hêla bav ve keça xalê wî ye û hem ji hêla dayikê ve, dayika wê keça apê wî ye. Ji vê zewacê şeş zarokên wan çêdibin, ji bilî Bêrîvan û Diyarî ku saxlem jidayik dibin, her çar zarokên din xwedî kêşeyên tendirustî ji dayik dibin. Keça wî Xunav di temenê 15 salî de emrê Xwedê dike. Wekî din Hozan (1986), Dilşad (1994) û Muntesir (1995) her sê bira niha li malekê ya “mirovên xwedî pêdiviyên taybet” dimînin.
Di axaftina xwe ya roja îmzekirina pirtûka xwe ya gotinên stranan de Zubêr Salih bi hestiyariyeke mezin behsa van zarokên xwe yên ku ew wekî “zarokên xweşik“ binavkirin, dikir û digot:
-Êşa ku vê rewşê di hundirê min de hiştiye nayê kişandin, lê di heman demê de ez vê yekê wekî qederekê ku Xwedê kiriye para min, dipejirînim.
Bi naskirina vî aliyê takekesane yê hunermend Zubêr Salih re, mirov dikare bêhtir ji sedemên êşa di deng û awazên wî de serwext bibe. Dora çil salî ye ku cêwiyê êşê Zubêr Salih ji kurdan re bê navber distirê. Êş û xemên xwe ji kurdan re dike awaz û stran û kêfxweşî.
Li bajarê Wuppertalê, di van salên çûyî de, me şaş festîvalên Rojava yên çand û hunerê sazkirin. Her cara ku min Zubêr Salih vexwendî Festîvalê dikir, bê dudilî tembûra xwe hildigirt û digot: “Ez amade me.“ Gotina “Na“ nizanîbû bibêje, ji ber vê ciwamêriya wî gava ez vexwendî roja xwe ya îmzekirinê 20.08.23 kirim, min nikarîbû jê re bêjim“Na“. Kêm hunermend hene ku nefsbiçûkî û hunera resen li cem wan tên cem hev.
Bê guman Zubêr Salih jî yek ji wan hunermendên resen e.
Jêder: DiyarName
Xelat