Hêro Xan giringiyek mezin dida hunermend Bavê Selah

Hêro Xan giringiyek mezin dida hunermend Bavê Selah

Nivîs: Mihemed Hemo

Piraniya stranên `Bavê Selah` di arşîfê KurdsatTv de ne.

Qedirê zindiya girînge ne yê miriya , Miletên pêşketî miriyên xwe zindî dikin, miletên şûnkevtî jî zindiyên xwe vedimrînin. Bavê Selah ji %20 ji hunerê xwe ji me re hêşt û ji %80 jî bi wî re çû gorê. Çinkê di jiyana wî ya hunerî de ti dezgeh li wî xudî biderneketibûn û kesî alikariya wî nekirbû ta ku hunerê xwe tomar bikira.

Tenê di sala 2001ê de gava ez çûme Silêmaniyê min Bavê Selah vexwand Kurdistanê û me bi wî re hevpeyvînek di (KurdsatTv) de tomar kir û ta ew hevpeyvîn montaj û pexş bû Bavê Selah vegeriyabû Sûriyê. Hevmala Mam Celal berêz (Hîro Xanê) li hevpeyvîna wî sêr kir bû.

Roja din Hîro Xan hat (Kurdsat Tv) ji min re got: Kek Mihemed ew Hunermend Bavê selah ji ku hatibû? Min ji wê re got ji Efrînê.

Hîro Xanê got: Ka ew li kuye? Min got: Ew vegerîya Sûriyê. Got: Wex, mixabin mixabin!!!.

Hîro Xan carek din li min vgerand û got: Tu dikarê wî carek din dewt bike? Min got: Belê got: Li ser navê min wî dawet bike, bila bê. Hîngê ez matmayî mam! Min got Dadê ji bo çi em ê wî dawet bikin? Wê got: Kek Mihemed ew cewherke! Xudê neke seyarak li wî biqlibe yan tiştek bi sere wî were! Ez bawerim ew cewherê vê re jî wê winda bibe, merovê weke wî kêm mane, loma ez dixwezim ew bê çi tiştê li dev wî heye em ê di (Kurdsat) de tomar bikin û di arşîfê xwe de biparêzin.

Min carek din (Bavê Selah) dewet kir û vê re jî hunermend Ezîz Mihemed û kurê wî Selah, wan daweta me bi cî anîn, heftayekê pêde wî di studyoyê kanala (Kurdsat) de digel tembûra Ezîz û uda kurê wî Selah tomar dikir. Lê ji sedî %15 jî ji hunerê xwe tomar nekir, karmendên (Kurdsat) bi xemsarî karê wî dikirin ji ber ku her carê şeş heft setan di estudyo de dima, karmend jî Fêr nebûbûn ku wisa bi ser hev de kar bikin ji ber wê xemsarî di karê wî de dikirin.

Ew çû Sûriyê sala din (Hîro Xanê) carek din xwest em wî dewat bikin û dîsa jî Ew û tembûrvan Mihemedê Rêşik û Kurê wî Seleh hatin hinek stranên din tomar kirin.

Di sala 2014ê de jî gava ew hatibû Hewlêrê min kek Yasîn berprsê beşê Kurmancî li Enstuda keleporê Kurdî û berêz Mezher Xaliqî berpirsê enstutiyê agedar kirin ku Bavê selah li dev mine wan ji min xwest ku ez wî bibim Silêmaniyê ta hin stranan bi dengê wî tomar bikin. Em çûn enstutiyê li wir jî çar perçe her perçeyek ji stiranekê tomar kir bi alikariya sazbendan Selah Beyrem, Ridwan Xelîl, Rêşan Hemo.Enstutiyê ji wî daxwaz kirin ku ew perçe destanên tomar kirine bi çîrok jî bi temamî tomar bike lê dema wî nebû.

Her dezgeyek Kurdî wek dezgeya Kurdsat li wî xudî bi derketibana niha hemî hunerê Bavê Selah hatiba tomarkirin û bi wî re bin ax nedibûn. Ez dizanim bi mirina (Bavê Selah) re gelê Kurd çendîn pelên zêrîn ji kultora xwe winda kir.

Rewşenbîrê Kurd (Mihemed Hemo) di rupela xwe de behsa rola Hîro Xan û kenala Kurdsatê dike ku çawa xizmeta hunera Kurdî kirine û yek ji wan jî Hunermrendê Kurd yê mezin Bavê Selah bû.

Hunermend Bavê Selah

-Yek ji hostayên stranbêjiya klasîk a kurdî û yek ji mamostayê strana destana kurdî ye.

-Navê wî yê rastî Ebdulrehman Omer e, di sala 1952an de li gundê Gordan yê girêdayî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

– Wê di ciwaniya xwe de li ser destê hunermendê nemir – Adik – li ser lêxistina temburê xwendiye

-Di destpêka xebata xwe ya hunerî de bi Koma Hunerê ya Armanc re beşdar bû

-Kaseta wî ya yekem di sala 1988 de derketiye

-Ji bo ku debara xwe bike di gelek pîşeyên zehmet de xebitye

-Zêdetirî 10 albûmên wî yê stranan hene, her weha helbesta klasîk dinivîsî û dîwaneke helbestan heye.

-Li gelek welatên cîhanê aheng geradine wek /Rûsya - Urdun - Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî - Libnan - Bakur û Başûrê Kurdistanê ………hwd.

-Zewicî ye û 7 zarokên wî hene

-Piştî 20 rojên ku Bavî Selah di odeya lênêrînê ya giran de li nexweşxaneya Efrînê derbas kir di roja 14-7-2016 de li nexweşxaneya Efrînê koça dawî kir.

Sekoya Kurmancî