GOTINEKE BALKÊŞ A PÊŞIYÊN KURDAN

GOTINEKE BALKÊŞ A PÊŞIYÊN KURDAN
Nivîskar: Zeynelabidin Zinar
”Li mala Fileyan bixwe, lê li mala Êzîdiyan razê!”
Duhî ez li rêwîtiyeke balafirê bi qederê 3,2 saet diçûm. Min pirtûkeke Gotinên Pêşiyan ya Pîrê Xerzanê rêzdar Ebduleh Celanî dixwend. Ez li rûpela 113 li vê gotina pêşiyên me rast hatim:
LI MALA FILEYAN BIXWE, LÊ LI MALA ÊZÎDIYAN RAZÊ.
Bêguman piraniya Filehên li Rojhilata Navîn, xasma yên li Kurdistanê TAT in, bi nijada xwe ARÎ ne û ji Ewrûpayê hatine herêmê. Sedemê Hatina wan jî, bi piranî ev bûye: Dema zanayên olî diyar kirine ku ”çi kesê av ji serkaniya Çemê Dîcleyê vexwe, ew rasterast diçe behiştê.”
Bi hezaran Fileh çûne Rojhilata Navîn, zêdetir zêdetir jî xwe li Neteweyê Kurd girtine û li li Kurdistanê bi cih bûne, li çavkaniyÇemê Dîcleyê geriyane, lê nedîtine (Ew çavkanî li Mîrgeha Miksê ye).
Sedemê gotina: LI MALA FILEYAN BIXWE, Kurdan Fileh jî wek bira, cîran û xizmê xwe dîtine. Lewra kesê ku meriv pê ne bawer be, meriv li mala wî xwarin naxwe.
Sedemê gotina ku LI MALA ÊZÎDIYAN RAZÊ jî, ev e ku kesê meriv ji sedî sed pê ne bawer be, merin li mala wî ranazê.
Bêguman Êzîdî jî beşek ji Neteweyên Kurd e, bira û pismam in, herweha heta niha jî Kurdên petî ku neheşifîne û bi zimanê kurdî, bi tore û çanda Kurdî dilipikin, her ew mane.
Wek mînak, sal 1978 bû, ez û şêxek û du-sê biraderên dî, em bûn mêvanê malbateke Êzîdî. Rîspiyê malê gote me:
. Va ye misîn û sicade hazir in, kî ji we nivêj dike rabin desmêja xwe bigirin û nivêj bikin. Piştre jî, va ye me karek ji bo xwarina we hazir kiriye. Hin bisilman hene destkoja me naxwun. Yek ji we bila were vî karikî serjê bike, da em xwarina we hazir bikin.
Bêguma li pêşber wê gotina wî pîremêrê Êzîdî, em ji camêrî û dirustiya Êzîdiyan re dilşad bûn.
Gotinên Pêşiyên me yên wisa, divê em wan bi avzêrê binivîsin û bikin malê Mêjûyê.
Silavên germ ji welatê sar û seqemê…
16/ 10/ 2023. 10:53
XELAT