Şaşiya Gotina “ÇÎROKÊN MÎRZE MIHEMED”Î

Şaşiya Gotina “ÇÎROKÊN MÎRZE MIHEMED”Î

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

Diyar e ku navê Mîrze Mihemed di Çîrokên Folklora Kurdî de bi navûdeng e. Ji ber ku Mîrze Mihemed, lehengê Çîroka Folklorî ya Kurdî ye, hema bêje hemû Kurd dizanin.

Lê belê di van demên dawîn de pir kes bi çewtî dibêjin: “Çîrokên Mîrze Mihemed.” Ev gotin pir şaş e. Di Folklora Kurdî de çîrokek bi navê ÇÎROKA MÎRZE MIHEMED tune.

Min ji 1984 hetanî 1996an, 1.710 perçe berhemên folklorî berhev kirine û di nava wan de 370 çîrok hene, yeke tenê jî bi nave “Çîroka Mîrze Mihemed” tune.

Ji ber ku Mîrze Mihemed lehengê Çîroka Folklorî ye, çîrokên bi navê wî nînin.

Baş e, ev nav ji kurê hatiye?

Min berê jî li ser vê babetê nivîsiye.

Diyar e ku Zerdeşt Pêxember di dema Împeretoriya MADê de hatiye û fikra xwedayekî bitenê bi Kurdan daye bawerkirin.

Berî Zerdeşt Pêxemberî, 6 xwedayên Kurdan hebûne. Navê yekî ji wan MÎRZE bûye. Dema Kurdan bawerî bi xwedayê bi tenê anine, navê MÛRZE jî kirine lehengê çîroka xwe.

P.Z. di Sedsala 6 û 7an de ku piraniya Kurdan ola Îslamê pejirandine û bawerî bi Mihemed Pêxemberî anîne, navê Mihemed jî li nave MÎRZE zêde kirine û wek MÎRZE MIHEMED heta niha jî lehengê Çîroka Kurdî a Folklorî berdewan dike.

Rastiya çîrokê ev e ku hate diyarkirin.

Her şad û bextewer bin…

24/ 08/ 2025

XELAT