Yaşar Kemal: Ez kurmancekî reş im!!

Yeşar Kemal; Neynika êş û jana!
Yaşar Kemal: Ez kurmancekî reş im!!
Nivîskar: Xelîl Ebdullah
(Qaz û quling qaz û quling, ey qaz û qulingên ku li asîmanan bilind difirin, silavên min bighînin gola Wanê, bi ava şîn, bi kaniyên tezî, ji çiyayan, li deştên kesk ên bi şîr û hingiv têde diherikin)!
Yaşar Kemal wêjevan û nivîskarekî navdar ê cîhanê ye, her çend berhemên xwe bi zimanê tirkî nivîsîne ji ber şert û mercên dijwar ên welat ji xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê bê par mabû jî, lê tu carî rastiya xwe ya kurd û ji herêma Wanê ya Bakurê Kurdistanê venedişart.
Di sala 2010 de, dema ku li Swêdê digerîya, peyamnêrekî Radyoya Swêdê ya Kurdî jê pirsî ka ew Kurd e yan Tirk?
Wî jî weha bersiv da: “Yên ku ji min re dibêjin ez ne kurd im ji ber ku min bi kurdî nenivîsandiye, ew kurên keran in. ez kurmancî pir baş dizanim, çawa ez ne kurmancim , ez kurmancekî reş im, tu dizanî kurmancê reş yanê çiye?
Kurmancê reş tê wateya Kurdê li derveyî sîstema serdest a Tirkan.
Romanên Yeşar Kemal her çiqas bi zimanê tirkî hatine nivîsandin jî, lê belê naverokên wan êş û jan û xem û çewsandina gelê kurd û gelên din ên belengaz in.
Malbata wî bi eslê xwe ji qeraxa Gola Wanê ye, lê koçî gundê Hamîtayê yê navçeya Osmaniyê ya parêzgeha Edeneyê kiriye. Yaşar Kemal di sala 1923an de li vî gundî ji dayik bûye. Dema bavê wî di mizgeftekê de li ber çavên wî hat kuştin pênc salî bûye. Wê karesatê şênwareke dijwar di derûnê wî de bi cih dimîne jibîr nake û wê bûyerê dike Romanek.
Yaşar Kemal li gundê Burhanli, navçeya Qadirlî û bajarê Edeneyê bi tirkî xwendiye, jiber dijwariya jiyanê nekariye qonaxa amadeyî temam bike. Êdî ew berê xwe da bazara jiyanê, wekî karmend, ajokar, çavdêr û pasevan dixebitî.
Di xortaniya xwe de bi nivîsandinê re eleqedar bû destpêkê mijûlî helbestên folklorî ên tirkî bûye. Di sala 1943an de bi berhevkirina helbest û helbestên gelêrî dest bi nivîsandinê kirû 2 cild pirtûkên helbestê nivîsîn û belav kir.
Yaşar Kemalê her di demek zû de bi siyasetê re mijûl bû, ji ber jiyana xwe ya perîşan bandor li bîr û baweriyên Marksîst kir û di destpêka salên 1950’î de li Edeneyê bi tometa pangeşeya marksîzmê tê girtin û salekê di zîndanê de dimîne û piştre bê tawan tê berdan.
Paşê çû Stenbolê û li wê derê di rojnameya Cumhuriyetê de rojnamegerî kir û ji rojnameyê re rapor amade dikir.
Di sala 1962an de tevlî Partiya Karkerên Tirkiyê dibe û dibe serokê wê partiyê. Ji ber nivîs û xebatên xwe yên siyasî gelek caran ket girtîgehê û rastî îşkenceyên giran hat.
Xewn û azweriya wî ya sereke edebiyat bû, lewma dev ji siyasetê berda û berê xwe da edebiyatê.
Bi berhevkirina stranên gelêrî, kurteçîrok û rojnamegeriyê dest pê kir. Di sala 1955an de cilda yekem a Hemadokê nivîsî, ku bandoreke mezin lê kiriye û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Ew bû namzedê xelata Nobelê, lê qebûl nekir. Paşê sê cildên din ên romanê nivîsî, ku her çar ji bo kurdî hatine wergerandin. Neh romanên din jî bo kurdî hatine wergerandin.
Wî çend romanên din jî nivîsandin, ku ji bo zêdetirî 50 zimanên biyanî hatine wergerandin û bi tîrajên mezin hatine weşandin.
Yaşar Kemal 45 pirtûkên çapkirî hene ku ji nîvê zêdetir roman in.
Ji ber berhemên xwe yên xweş û hêja zêdetirî 40 caran hatiye xelatkirin. Li ser astê Tirkiyê û heta li Ewropayê doktoraya fexrî jî wergirtiye.
Li gel ku çendîn caran ji ber nivîs û meqamên xwe hat girtin û îşkence lê hat kirin jî, serokkomarê Tirkiyê Ebdullah Gul li Koşka Komarê pêşwaziya wî kir û bi merasîmekê xelata herî bilind a dewletê da wî.
Ji ber ku di romanên wî de êş û azarên ermeniyan radixe ber çavan, ji aliyê ermeniyan ve hat hezkirin û ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê ve jî xelateke giranbiha jê re hat dayîn.
Piştî xizmeteke pir mezin ji wêje û ferhengê re di 28'ê Sibata 2015'an de li Stenbolê wefat kir û di 2'ê Adarê de jî li heman bajarî bi merasîmeke neteweyî hat definkirin.
Silav li giyanê nivîskar û romannivîsê Kurd ê mezin Yeşar Kemal , ew nivîskar û romannivîsê mezin ê Kurd ziman rêgir nebû ku êş û azarên gelê xwe û gelên din ên bindest bigihîne cîhanê.
Têbînî: Min sûd ji gotareka hevalê xwe Bekir Şiwanî di rûpela Yaşar Kemal de wergirtiye.
XELAT/ Kurdistanî Nwê