Destê Tijî Serkeftin Li Kerkûkê

Destê Tijî Serkeftin Li Kerkûkê

Nivîskar: Jîner Mihemed

 

Salek di ser dest bi karbûna parêzgarê Kerkûkê re derbas bûye, lê sê sal di ser soza ku Serok Bafil dabû derbas bûye, tevî astengiyên navxweyî û herêmî wî soz da ku Kerkûkê bi rengê Kesk bixemlîne û parêzgarê zeftkirî jî ji bo berjewendiya Kurd û Kerkukê û Yekîtiyan vegerîne,kes jî peyama Serok Bafil Talebanî di holeke girtî ya li Bexdayê de, ku çi kesekî nizanibû bûyer ber bi ku ve diçin, ji bîr nake, ku destê wî di nav destê wî de û ji Rêbwar Teha re dibêje: Merheba cenabê Muhafiz.

Siyasetmedarekî mezin û dûrbîn, ku armanc dike nexşerê yên ne temamkirî yên Serok Mam Celal temam bike, tê çaverêkirin ku rastiya siyasî, hevsengiya û dabeşkirina hêzan, helwesta YNKê di nav pêvajoya siyasî ya pêşerojê de bixwîne, di vê de jî Serokê YNKê bi zimanê data û hejmaran bi sozek e dilsoz digel hêzên Îraqî, kevirê bingehîn yê avahiya nû li Kerkûkê danabû, ku wî dizanibû ku astengiyên derûnî û gef û destêwerdanên herêmî hene; daku Kerkûkê ji bo YNKê û Kurd neyê yek alî kirin, lê rijdbûna li ser stratejiya xwe ya neteweyî di dawiyê de Kerkûk vegerand ser potek e Zêrîn û pêşkêşî Kerkûkiyan kir.

Salek derbas bû û gelek tişt li Kerkûkê hatin guhertin, parêzgarekî Kurd û YNKê, di demek e kurt de, destê xizmetê ji berê zêdetir gihand e her cihekî wî bajarî, û cudahîyên di navbera pêkhateyan de nehîşt ku niha bi hevbeşî û bi hevre bajêr bi rêve dibe, û destkariya jêr xana bajêr dike û projeyên mezin yên petrol ji bo qazaca neviyên pêşerojê yên vî bajarî ava dike ku bi vê yekê serê bilind yê YNKê bilindtir kir,û hemû metirsiyên yên bi Erebkirinê ku berê ku ji nû ve hatibûn tevinandin ji holê rakir.

Ev destkeftiya salekê ya parêzgarê nû yê Kerkûkê hêjayî pesindayîn, xwendin û piştgirîyê ye, ev cara yekem e ku parêzgarekî ku divê bi temamî pabendî sonda xizmet û welatparêziyê ya li hember Kurd û Kerkukê be,dîdgeha niştimanî ya YNKê li ser erdnîgariyeke aloz û tijî pirsgirêk bi serkeftiyan e taqî bike.

Wergerandin ji Soranî bo Kurmancî/ Welîd Hemîd Xelîl

XELAT/PUKMEDIA