Îmad Ehmed: Kobanê û Xaneqîn du bajarên deste xwîşk
Siyasetmedar û nivîskarê kurd (Îmad Ehmed) gotareke xwe bi navûnîşana (Ewn neku Fîrewn) belav kiriye û têde tekez dike ku, Xaneqîn û Kobanê du bajarên deste xwîşkin û xudanê yek çarenivîsin, ku di bin gefa guherîna erdnîgariya siyasî û xiyaneta dîrokê de ne.
Di beşeke din ya gotara xwe de Îmad Ehmed dibêje: Şeva Yelda ya îsal cuda ye û bi guhertinên bingehîn li Sûriyê ve girêdayî ye û guhertinên mezintir jî birêve ne. Ev nêzîkî sedsalekê ye ku li herêma me guhertinên mezin rûdan e.
Ehmed bang li aliyên siyasî yên Kurdan dike û dibêje: Erka dîrokî ya serkirdayetiya siyasî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye ku ji vê derfeta zêrîn sûd werbigire û ji dest nede ku divê serkirdayetiya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê di asta berpirsyartitiyê de bin û ew xwîn û qurbaniyên xebata kurdayetiyê ji dest nedin û em jî li parçeyên din ya Kurdistana mezin dive em piştevan û alîkarê wan bin û li şûna (Ewn em nebin Fîrewn...!!)
Her weha Îmad Ehmed bal kişand ser wê yekê û got: Eşkere ye ku bêyî piştgirî û alîkariyên derve û razîbûna neteweya desthilatdar û desthilatdarên nû, bidestxistina mafê çarenivîsê zehmete.
XELAT