Televizyona dayîk (GK) pêngaveke dîrokî bû
Salvegera 34mîn a Kenala Gelê Kurdistanê, tê wê wateyê ku salvegera kenala bînerî li Kurdistanê ya dayîke tê naskirin.
Ez wek rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê bi boneya 34’mîn salvegera damezrandina kenala Gelî Kurdistanê li we giştikan pîroz dikim û giyanê xwediyê bîrdoza projeya ragihandinkaran rewanşad serok Mam Celal jî şad û aram be.
Televizyona Gelî Kurdistanê wek yekemîn kenala kurdî ku dest bi weşana xwe ya televozyonî di sala 11-9-1991`an de destpê kir, ku yekemîn televizyona navxweyî ya kurdî li Kurdistan bû, ku di bi dîmen û nûçe û awazên hunera kurdî weşana xwe dest pêkiribû.
Em pêngaveke mezin û dîrokî bû ku di xizmeta doza rewa ya gelê kurd û Kurdistanê de bû. Yekemîn kenal bû ku bernameyeke taybet ya rojane ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir wek piştîgiriyek ji bo şoreşa gelên Sûrî û bi taybetî gelê Kurd. Kenala GKê yek ji wan kenalên herî zêde xizmeta doza kurdî li her çar aliyên Kurdistanê kirî û dike ye û ew helwest cihê rêz û spasî û pêzanînê ye.
Carekî din bi 34` mîn salvegera damezrandina kenala gelê Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya xwedî pilanname û darêjerê bîrdoza damezrandina kenala GKê rewanşadiya serok Mam Celal dikim û tevahiya karmend û berpirs û rêvebirên kenalê dikim û hêviya serkeftinê ji wê kenala ku pir xizmeta Rojavayê Kurdistanê kiriye dikim û her serfiraz bin.
Hozan Efrînî
11-9-2025
Xelat
