Sêgoşeya Glover

Sêgoşeya Glover

Nivîskar: Karwan Enwer

 

Mala me li Helebçeyê bû, li hemberî mala me, mala serok caşek û baregeha caşikan (çeteyn)  lêbû.jiyan di bajêr de nemabû û pirnexweş bibû.

Yasa û rêzikên taxê ji hêla caşan ve dihatin danîn. Her kesê ku ciwan bûya û xwediyê wî li gel wî nebûna, diviyabû silavê bide wan caşan. Wan jî (caşan) tenê ji bo heqaretê bersiva silavên me nedidan. Ger me silav neda wan, ew ê bi şeş an heft caşan êrîşî xortan dikirin û ew nîv-mirî dikirin.

Ew du bijarte bûn, her du jî ji bo min ji hev xerabtir bûn, ji ber vê yekê piraniya demê ez li bendê bûm ku caş nan bixwin an jî biçin aliyekî. Dûvre ez ê bi lez biçûma malê ger karekî min ê lezgîn hebûya an jî derkevim derve, neçar dibûm û minê vebijarka duyemîn wekî qedeha jehrê hilbijata û silav li wan bikira, û ew bi henekî an dikeniyan an jî bêdeng diman û bersiv nedidan.

Piraniya ciwanên taxa me ji ber ku silav nedan wan ji hêla wan caşan ve dihatin lêdan?!

Silavkirin bêyî bersiv tiştekî pir ne xweş bû!!

Lê dawiya lîstikê girîng bû. Binêrin, caş hatin wêrankirin û neman û ez berdewam bûm di jiyanê de û min tu zileh yan lêdan ji destê wan nexwar.

Pirsgirêka heyî (Bexda, Hewler, Qendîl û Enqere) heman pirsgirêk e ku çîroka jiyana min e. Hewlêr bi wan mercan razî be serweriya xwe winda dike, razî nebe û silavê neke, divê berdêla wê bide û çirûska lêdanê dê li ser milet bikeve, ji ber vê yekê hin rewş mecbûrî ne!!

Lihevkirin û silavkirin di berjewendiya gel û kolanê de ji gelek pirsgirêk û lêdanan çêtir e.

Ji ber vê yekê, şandeyên Herêma Kurdistanê yên ku diçin Bexdayê divê bizanin ku di navbera tal û taltir de bi neçarî ya tal şîrîntire. Ev jî dişibihe sêgoşeyek glover.

Lêbelê, di siyasetê de ev herdu vebijark hene, her du jî talin lê yek ji ya din kêmtire. Pirsgirêka Qendîl û Enqereyê heman teorî ye, Piştî çil salan, Qendîl aştî hilbijart, gelekî lê da û pir lêdan jî xwar, lê mantiq serdest bû. Tiştê ku li Casena`yê (Şikefta Casene) qewimî vebijarka duyemîn bû. Ew silavek ji bo Enqereyê bû. Ew mantiqek siyasî ya jîrane bû. Eger na, ew ê qet dîmenên keçikek delal ku perçeya çek li milê xwe derdixe û diavêje nav tenûrek germ ya agir, çiqas dijwar e!! çiqas bi azare û êş e!!

Lê ya ji wê azartir û bi êştir ew e ku encamên şeran, ji bilî wêranî û kuştinê,dawiya wê divê her silavekê li hev bikin û maseya danûstandin û aştiyê ji nû ve ava bikin. Êdî çi Qendîl silavê bide Enqerê an jî Hewlêr silavê bide Bexdayê, ya girîng ew e ku meriv serî li çekên aştiyê bide, ji ber ku ev têkoşîna çekdarî ya vê serdemê ye. Ev jî dişibihe Sêgoşeyek Glover.

 

XELAT/ ji Soranî: Dawûd Çîçek