Mirovên mezin û jêhatî bi mezintî xatir dixwazin
Nivîskar: Hozan Efrînî
Mirov ti carî di jiyankirinê de dirêjpêder nabe, wê her koça dawî bike. Lê tiştê herî li ber çavan ewe ku mirov bi awayekî mezin û watedar oxirê xwe ya dawî bike.
Ez di wê baweriyê de me ku birayê min pakrewan Evdo bavê Ronahî erkên xwe li hemberî doza xwe û gelê xwe û navçeya xwe bi cih anî.
Wek ez ji berê û heya demên beriya koçberiya duyeçîn a Efrîniyan ez guhdarvanê şîret û dîd û nerînên rewamşad bûm. Min gelek sûd jê digirt û şîretêm wî pir watedar bûn.
Şîretên xizmet û alîkarî û guhdana gel bû.
Gelek xemxwerê doza Efrîn û Efrîniyan bû.
Lê mixabin, min nikarî carekî din ji nêzîk ve bibînim û guhdarî şîret û nerînên wî bikim.
Pakrewam mamoste Evdoyê Murşid herdem mijûlê kar û xebatên kurdeyetî û mirovayetî û komkirin û fêrkirina civakê bû. Ew ji aliyê piraniya xelkê ve dihate pejirandin û hezkirin.
Girêdana rewanşad Hunermend Ciwan Hesen bi rewanpak Mamoste Ebdurihman re cihê bîrkirin û rêzgirtineke dîrokî ye.
Li gorî gotin û nerînên hunermendê Efrînî ê resen Ciwan Hesen ku mamoste Ebdurihman xwedî kesayetiyelî cuda û jîr û jêhat û watedar bû.
Digot: Ez gelekî girêdayî wî bûm. Bûyera wî ez perîşankirim û bandoreke mezin li ser min çêkir.
Kesên berhemdar ti carî ji bîra dost û hogir û gelê xwe naçe..
Di roja sêşemê 21-5-2025 nûçeya têkçûna rewşa tenduristiya ragihandvan û hunermendê çiyayê kurmênc rêzdar Ciwan Hesen hate ragihandin.
Ciwan Hesen hunermendekî jîr û jêhatiye ku piraniya stranên xwe derbarê Kurd û Kurdistan û xemxuriya Efrînê ne. Ciwan Hesen lawê mamoste îsmetê Gorda ye, malbateke welatperwer û hezkirî ye. Piştî ketina Tirkiye û çekdarên Sûrî girêdayî wê, hunermend Ciwan Hesen bi malbata xwe re bi yekcarî ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin Şehbayê hevsînorê Efrînê, her weha piştî ketina komên çekdar bo nav Şehbayê û vekişandina hêzên HSDê, ligel koçberên Efrînê berê xwe dane herêmên Rojhilata Firatê û Cezîrê.
Li wir jî, di radyoya ARTA FMê de dest bi kar kir û di encama şewatê de, ew birîndar dibe û bi lezgînî rewaneya nexweşxaneya Razî li bajarê Helebê tê kirin û niha jî di jêr kontirola hestyar de ye û tê dermankirin. Lê mixabin di encama şewtandina ji sedî 95 jiyana xwe ji dest de û tevlî karwana nemir û rewanpakên dilsoz ên doza gelê kurd û Kurdistanê bû.
Oxir be pakrewanê nemir û rewanşad Ciwan Hesen
Bavê Ronahî û gişt hunermendên rewanşad û pakrewanên doza Efrîn û Kurdistanê silav bike.
Ciwan Hesen ê ciwan parêzvanê Efrîn û Efrîniyan êdî gotin û wişe neman bi koça te ya dawî re..
Rewanşad û beheştdar bî.
Oxir be cîranê rewanşad
Tu paşayê hunera resen a Efrînî bûyî
Tu şahê deng û henese û hestên mirovan bûyî. Tu xwediyê kesayetiya rastgo û hunermendên şoreşger bûyî.
Rastiya hestên te, rastiya hestyarên çiyayê kurmênc bû.
Dê were emê çawa te ji bîr bikin.
Oxirê te yê xêrê be beheştdarê me
Pir zû bû paşayê Hestan
Em te ji bîr nakin
Dema ku mirov berhemdar be..
Efrînî û dost û alîgirên Efrînî û koçberiyên Efrînê wê keda te ya ji bo Efrîn û Efrîniyan kok ji bîr nekin ey hunermendê Efrînî yê resen Ciwan Hesen te xwe kir ser navûnîşan û sembola berevaniya li Efrîn û Koçberiyên Efrînê.
Bi rastî dema ku min û hunermendê ciwanemerg Ciwan Hesen bi hev re axivîn û kul û derdên xwe ji min re got, min dizanî ew do qonaxeke gelek hestyar de dijî, bi taybet dema ku behsa pakrewan mamoste Ebdurihman dikir, pir û pir di bin bandor û hikariya wî de bû. Bi zimanê xwe ê şêrîn ji min re digot, ez gelek û pir û pir girêdayî keko bûm, ango mamoste Ebdurihman bû. Digot piştî buyera wî, ez bê hal û bê moral bûm, ez bê hiş mam, ez têkçûm, lê heya niha jî ez li ber xwe didim.
Min jî jê re got, tu jî kesyetiyekî girîng û jêhatî yî, rola te gelek girînge û em li benda pêşxistin û serweriya hunera te ya resenin. Tu bi hunera xwe dikanê gelek tiştan pêşbixî û xwedî li doza Efrîn û Kurdistanê derkevî.
Erê dunya, mamoste Ebdurihman û maomste Ciwan hûn her zindî ne…
Hûn herdû rewanşad û nemirên doza me ne Bavê Ronahî û Bavê Esmet, hûn ti carî ji bîra me naç in.
Girêdan û hezkirina Efrîniyan bi ax û zeytûnên xwe ve wek guşt û nînokan ji hev nabin.
Efrînî ango axa welat
Efrînî ango rastiya girêdan û parastina axa pîroz a Kurdistanê…
Xelat
