Ziman û Netewe
Nivîskar: Eta Qeredaxî
Aya peywendî nêwan netewe û ziman çîye?
Aya ziman wekû le keltûrî kilasîkî syasîda bas dekra yekêke le payekanî bûnî netewe, yan daxo ziman xasêtî bûnî neteweye? Yan daxo netewe ziman dirûst dekat herwek çon keltûrî hawçerx û modêrnête pêdagirî ewe dekat dewlet netewe dirûsit dekat? Ke emeş deşê bew manaye bêt dewlet ziman dirûsit bikat? Dyare bo êmey Kurd em dîd û têrwanîne peywest be dirûstibûnî zimanî standard deşê cêgay bayex û axawtin bêt? Dyare ême leserubendî rojî zimanî daykdayin, boye lêreda depirsîn aya zimanî dayik pîrozîyekey lewedaye ke wekû regezêkî cêgîr û destlênedraw bmênêtewe yan debê pere be xoy bidat û sinûrî lokalî becêbihêlêt û şûnasî xoy bedest bihênêt? Şûnasêk ke nek tenha lew asteda bêt ke ewanî tir dan bebûnîda binên, nexêr belkû şûnasêk ke ewanî tir pêwîstyan pêy bêt, wekû çon êsta hendê le zimanekanî cîhan şunasî cîhanîbûnyan heye.
Le keltûrî kilasîkda bo bûnî netewe çend payeyek diyarîkirawn le corî xak û mêjûy hawbeş û keltûrî hawbeş û ziman. Belam gumanî têda nîye ke ew regezane tenha xasêtî sirûştî bûnyan hebuwe, wate wekû xasête sirûşityekanî pêkhateyekî îtnîkî bûn ke deşê ew pêkhate îtnîkîye le rwangey komelnasî nwêwe wekû madeyekî xawî netewe seyr bikrêt çunke sîma diyarekanî netewe bepêy tyorekanî modêrnête be bê bûnî dewlet naxemlêt. Yan be wateyekî tir madem dewlet netewe dirûsit dekat manay waye ke ew payaney le rabirdûda bo bûnî netewe destinîşan kirawn komelêk regezî cêgîrî ew pêkhateyen ke dwatir dewlet şûnasî netewey pêdebexşêt. Her lêrewe qisekirdin leser zimanî netewe wekû zimanêkî xawen şûnas le katêkda dewlet bûnî nebêt, ştêke le derewey pyadekirdinî waqî'ane.
Eger le rwangey ew bûne sadeyewe seyrî zimanî Kurdî bikeyn ewe aşkraye ke zimanî Kurdî le rûy îtmolocîyewe mêjûyekî konî heye, ew qseyeş bawe ke zorêk lewaney be mêjûy Kurdewe xerîk bûn delên ewey Kurdî le lenawçûn parastuwe zimanekeyetî. Beherhal serbarî ewey ke Kurd zimanêkî yekgirtûy nebuwe û çendîn şêwezarî hebuwe, belam ziman leser astî nawçeyî rolî amrazî peywendîkirdinî bînîwe, belam leser ew cugrafyayey ke pêy degutrêt cugrafyay Kurdistan be dilnyayȋyewe ne le rabridûda û ne le êstaşda zimanî Kurdî neytwanîwe be tewawetî le çwarçêwey ew pênaseda xoy berceste bikat ke delêt: Ziman birîtye le amrazî peywendîkirdin.
Beherhal bo her zimanêk dû qonax heye, qonaxî zarekî û qonaxî nûsîn. Ême dezanîn ke qonaxî nûsîn hemîşe le dway qonaxî zarekî dêt. Begwêrey zimanî Kurdîş qonaxî nûsîn le mêjûyekî zor drengda destî pêkirduwe. Herwek bo nûsîn ewey pêwîste elfabête. Êsta pirsyar eweye aya nûsînî Kurdî be çi elfabêtêk destî pêkirduwe? Be derbrînêkî tir aya şitêk hebuwe yan heye be nawî elfabêtî kurdî? Yan aya debê bûnî elfabêtî taybet be her zimanêk merc bêt bo zîndûyî ew zimane? Ewe aşkiraye ke zorêk le serçawe mêjûyȋyekan basî ewe deken ke yekemîn elfabêt lew cugrafyayeda derkewtibêt ke Kurdistane yan drawsêy Kurdistane, herwek basî bekarhênanî elafbêtî Aramî dekrêt bo nûsînî Kurdî le rabirdûy dûrda. Lelayekî tirîşewe leser binemay geranewey Kurd bo regezî Arî, besî ewe dekrêt ke Kurdî be elfabêtî Latînî bnûsêt. Belam lepal hemû emaneşda ew boçûne heye ke ew regezane bûnete beşêk le keltûr û tenha deşêt wekû beşêk le tuxmekanî Rênîsansî neteweyî seyr bikrên. Belgeş bo ewe dehênrêtewe ke zimanêkî zîndûy wekû zimanî Ȋngilîzî ne kontirîn zimanî cîhane û ne kontirîn zimanî ewrupaşe belkû mêjûy peresendinî zimanî Ȋngilîzî le dway sedey çwardeyemewe dest pêdekat û legel Rênîsanis û serdemî roşingerî û pêgeyştinî nasîwnalîzmî Ȋngilîzîda bewşêweye perey senduwe û katêkîş ke buwete zimanî zansit ew bayexe nêwdewletyey peyda kirduwe û le dway zimanî dayk le rûberêkî firawanî cîhanda wekû zimanî yekem seyr dekrêt û le rûberêkî firawanîşda be taybetî le bwarî zanistda zimanî yekemî cîhane.
Ewe aşkraye leberewey Kurd le hîç kam lew derwazanewe nehatuwete naw mêjû ke netewe dyarekanî êstay cîhan hatûnete naw mêjuwewe û twanîwyane bibne xawenî şûnasî danpêdahênrawî xoyan ke bedesthênanî şûnasîş le astî yekemda le rêgay geyiştin be berhemhênanî dewiltewe buwe. Ke deşê ew dewlete xêlayetî, fîwdalî, ayînî û le qonaxekanî dwatirîşda neteweyî bûbêt. Belam şûnas lebarêkî wehada be manay bûnî rasteqîne dêt ke ew bûneş komelê xasêt û binemay heye ke le karpêkirdin û roll û hejmûnyanda derdekewn. Kurd ke le hîç qonaxêkda xawenî dewlet nebuwe, manay waye pêdawîstyekanî dewletdarîş nebuwe ke yekêk lew pêdawîstyane zimane. Lem rwangeyewe ke dewlet lelayek zimanî îdarî pêwîste ke debê zimanêk bêt yasa û rêsaw fermanekanî dewletî pêbinûsrêt û pê berêwebibrêt, lelayekî tirewe şêwazekanî karkirdinî dewlet ew zimane berew berztirîn astî pêgeyiştnî debat. Be taybetî ewey ke pêy degutrêt zimanî standard ke deşê be zareawey kon pêy bigutrêt zimanî hawbeş. Kewate peywendî dewlet çîye be drûstibûnî zimanî hawbeş yan zimanî standardewe.
Ewe aşkraye ke dirûstibûnî dewletî xawen şûnas çi dewletî xêl bêt yan ayînî, yan fîwdalî yan neteweyî, manay pêkhatinî yek sîstêmî berêwebirdine ke eweş manay helweşandinewey sinûre lokalyekane leser cugrafyay ew dewlete. Le serwextî deselatî dewletî Ȋslamîda ke dewletêkî ayînîy xêlayetî buwe zimanî Quran buwete zimanî dewleteke û her eweş wate ew sîstême syasî û îdarîye waykirduwe ke zimanî Erebî ke mebestman ew zimaneye Quranî pê hatuwete xwarewe bibête zimanêkî fermî dewleteke û zimanî xwêndin ke bew hoyewe takû êsta zimanî Erebî standard parêzrawe û le behêzbûndaye. Lelayekî tirewe katê dewlet leser astî cugrafyay netewe pêkdêt, legel xoyda yan tenanet pêş pêkhatnî dewletîş sîstêmî abûrî pêkdêt û legelîda bazarî hawbeş pêkdêt, ke yekêk le derencamekanî pêkhatinî bazarî hawbeş zimanî hawbeşe ke ewîş serencam debête zimanî serkî xelk û karubarî dewletîş bew zimane berêwedeçêt, ke deşê be derbrînêkî tir blêyn zimanî standard bewcore pêkdêt, nek be kokirdnewey mîkanîkyaney zarawe le şêwezare cyawazekan. Kewate êsta ême le berdem ew pirsyaredayn aya zimanî standardî Kurdî bebê dirûstibûnî bazarî hawbeşî Kurdî egerî dirûstbûnî heye, ke ewîş wate bazarî hawbeş binemaye bo dirûstibûnî çînî nawend ke her ew çîne helgirî pirojey dewlete, wate dekrêَ lêrewe amaje bo ewe bikrêt ke deşê dirûstibûnî zimanî standardî Kurdî peywest bêt be dirûstibûnî dewletî Kurdîyewe.
Bêguman ewey rolî bizwênerî mêjû debînêt le astî yekemda palnerî abûrîye. Eweşî zimanî hawbeş yan stander dirûsit dekat bazarî hawbeşe, dirustkerî bazarî hawbeşîş motîvî abûrîye, kewate dîsan ewe abûrîye ke zimanî hawbeş yan stander dirûsit dekat. Her lêrewe be aşkra dyare ke zimanî standerî Kurdî peyweste be dirustbûnî dewletî yekgirtûy Kurdîyewe, wate dewletêk ke leser cugrafyay Kurdistan dirûsit bibêt yan dewletêk ke berhemî pêgeyiştinî çînî nawendî Kurdî bêt, ke ewîş tenha le derkewtin û pêgeyştinî nasîwnalîzmî Kurdîda debêt, wate geyştinî nasîwnalîzmî Kurdî be astî bizûtneweyekî cemawerîy ewto ke hemû cestey netewe bigrêtewe û hemû ast û beş û çîn û twêje komelayetîyekanî Kurd le yekeyekî yekgirtûda rêkbixat û bibête bername û aydyolocyay bizûtneweyekî komelayetî cemawerîy ke ew bizûtneweyeş hemû sinûre nawçeyî û lokalyekan le sinûrî xêl û eşîret û mezheb û nawçe û şar û herêm û rêbazî tesewf û hîzb û şêwezar û deselatî nawçeyî û bernamey nawçeyî û pirogramî xwêndinî nawçeyî helbiweşênêtewe û le şwênî hemûyanda yek bernamey neteweyî leser cugrafyay netewe berhem bihênêt ke yek întîma dexulqînê ewîş întîmaye bo netewe û nîştîman û yek damezrawe berhem dehênêt ke damezrawey dewletî neteweye leser cugrafyay nîştîman û zimanî karpêkirdin û berêwebirdnî ew dewleteş zimanî hawbeş yan standarde ke ew bazarî hawbeşe berhemî hênawe ke çînî nawendî berhemȋhênawe û aydyolocya û bernamey ew çîney berhem hênawe ke legelîda zimanî dewleteke pêkdêt ke zimanî ew bazare hawbeşe û ew çîne nwêyeye ke pêy degutrêt çînî nawend, ewîş helgirî pirojey giştgir û xawen şûnasî nasîwnalîzmî Kurdîye. Wate zimanî standardî Kurdî nasîwnalîzmî xawen şunasî Kurdî dirûstî dekat. Be derbirînêkî tir zimanî standardî Kurdî dewletî serbexoy yekgirtûy Kurdistan dirûstî dekat. Ke ewîş şêweyekî mîkanîkî nîye le dirûstbûn belku legel berhemhatinî dewletekeda ew zimaneş be şêweyekî sirûştî berhem dêt.
Serҫawe: Kurdistan le nêwan pertibûn û yekbûnda, çapî yekem, 2017 Silêmanȋ, L 65-72
Xelat/ Kurdistanî Nwê
