Merziye yekem jina hunermend ku bi çend zaravayan stran kurdî gotiye

Merziye yekem jina hunermend ku bi çend zaravayan stran kurdî gotiye

Hunermenda kurd Merziye Ferîqî li her çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin ji ber ku hunermendeke tekoşer û xebatkar û pêşmerge bû, dilê wê ji bo kurdistanê lê dida û xwe xistibû dilê hemû Kurdistaniyan. îro 20 sal bi ser koça dawî ya Merziye Ferîqî re derbas dibin.

Merziye Ferîqî di 22ê Gulana 1958an de li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Dê û bav û xizmên wê ji bajarê Sine`yê ne. Xwendina xwe ya destpêkê li bajarê Merîwanê destpêkiriye û her ji neh saliya xwe ve ew bi stranbêjî û şanoyê re eleqedar bûye.

Merziye di destpêkê de dest bi gotina stranên Farisî û stranên Fetana Welîdî kiriye, lê ji ber zilm û zordariya hikûmeta wê demê li ser Kurdan, ziman, wêje û hunera Kurdî, dev ji gotina stranên Farisî berda û dest bi gotina stranên Kurdî kir.

Piştî ku xwendina xwe ya seretayî û navîn li Merîwanê temam kir, Merziya çû Sine da ku xwendina xwe bidomîne ji ber ku bajar piçûk bû û derfetên perwerdehiyê kêm bûn. Li wir xwendina mamostatiyê temam kir her li wî bajarî di sala 1977an de, çend caran bi Koroya Muzîkê ya Sineyê re performans pêşkêş kir. Piştî ku xwendina xwe li Sineyê temam kir, piştre vegeriya Merîwanê û li gundekî nêzîk bû mamoste. Piştî du salan mamostetiyê, Merziya çû Sineyê, li wir li dibistanek seretayî hate xebitandin û dîsa mamostetî kir.

Di sala 1978an de, ew bi hunermend Nasir Rezazî re zewicî. Di sala 1980an de, Merziya Ferîqî çû cem Nasir li çiya û ew jî bû Pêşmerge. Du zarokên wan çêbûn bi navên Dilnya û Mardîn.

Nesir û Merziyê gelek stran û sirûdên neteweyî û şoreşgerî li çiyayan gotin û stranên wan li ser ziman û lêvên Pêşmerge û xelkê bûn.

Merziya di sala 2005an de di dema neştergeriya dil de canê xwe ji dest da û li ser wesiyeta wê cenazeyê wê anîn Herêma Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li girê şehîdan hate veşartin. îro jî Silêmaniyê wê bi bîrtîne.

Nasir Rezazî, wek hevjînê Merziyê, di di karê hunerî û stranbêjiyê de gelek alîkariya wê kiriye. Bandora Nasir li ser Merziyê ew e ku ew bi sê zaravayên kurdî distirê: Hewramî, Kurmancî û Soranî. Ew yekem stranbêja jin a li Kurdistanê ye ku bi van zaravayan distirê.

Weku kovara Xelat û wek wefadariyek li hember xizmeta çand û hunera kurdî a Merziye Ferîqî em wê bi rêzdarî bibîrtînin.

Nivîs/ Dawud Çîçek

XELAT