ÇÎROKA DEREW Û RASTIYÊ

ÇÎROKA DEREW Û RASTIYÊ

Nivîs: Dr. Karîna Osêyan

 

Hebû tune bû, dibêjin rojekê Rast û Derew li riyekê rastê hevdû hatine. Derew, Rastiyê hembêz kiriye û gotiye:

- Îro rojek pir xweş e, ne wisa?

Rastiyê li dora xwe nihêriye, serê xwe bilind kirine û li ezmanan nihêrtiye, piştre jî gotiye Derewê:

- Erê. Bi rastî jî, îro rojeke pir xweş e!

Rast û Derew bi hev re dane rê û çûne. Pir çûne, hindik çûne, herdu gihîştine ber golekê û li ser keviya golê rûniştine. Derewê çengek av ji golê hildaye, piştre berê xwe daye Rastiyê û gotiye:

-  Ev av, avake xweş û germ e. Heger tu bixwazî, em dikarin têkevinê û hinek avjenî bikin.

Lê Rastiyê ji wê gotina Derewê guman kiriye, piştre wê jî destê xwe xistiye nava avê. Erê, ditiye ku bi rastî av aveke xweş e. Herdu ketin nava avê û demekê tê de avjenî kirine. Demek şûnde Derewê bi lezûbez ji nava avê derketiye, lê Rastiyê tê de maye.

Derewê hahakê kirasê Rastiyê li xwe kiriye û çûye, xwe winda kiriye.

Dema Rastiyê dîtiye ku Derewê kincên wê li xwe kiri û pêre pêre jî wenda bû. Rastiyê pir hêrs bûye û ji nava avê derketiye, wisa tazî li derdorên xwe geriyaye, da ku Derewê bibîne û kincên xwe jê bistîne, lê wê nedîtiye. Rastiyê kiriye hewar û gazî, qîr dane û ax û kovan kişandine, lê Derewê nedîtiye da kincên xwe jê bistîne. 

Erêêê…

Rastiya cîhana me ev e:

Cîhana ku Rastiyê tazî dîtiye, çavên xwe ber bi şerm û hêrsê ve kirine. Lê Rastiya belengaz hertim şerm kiriye, lê tebata wê nehatiye û dest bi kişandina derd û kulan kiriye…

Dibêjin,  Rastî dîsa vegeriyaye çûye ketiye golê û tê de wenda bûye. Piştre noqavî xwe bera golê dane û lê geriyane, lê kirine û nekirine termê wê nedîtine.

Ji wê hingê ve Derewa lihab û dekvan bi cil û bergên Rastiyê li çaraliyê dinyayê digere ku pêdiviyên cîhanê çareser bike. Lê dinya jî bi tu awayî naxwaze ew Rastiya tazî ku di dibi ava golê de mabû bibîne.

Karîna Osêyan

Ev çîrok Dayika min bi Rûsî ji min re got, min jî ji bo we wergerand.

 

XELAT