“Gelawêj Şiyanek ji Afirandina Wêjeyî”

“Gelawêj Şiyanek ji Afirandina Wêjeyî”

Ravekirin: Tika Izedîn Mecîd / derçûya kolêja ziman a beşa zimanê Erebî li zanîngeha Silêmaniyê ..

“Gelawêj Şiyanek ji Afirandina Wêjeyî” Ji Nivisîna Dr. Jîno Ebdulah

(Gelawêj Xan) îro di cîhanê de bi giştî wek pêwîst giringî bi xebat û nivîsên jinan dide,ku eve jî nîşana çanda takekesî û hesta serrastkirina xeletiyan e. Berê, wan xebatên xwe yên rewşenbîrî û wêjeyî giran kirine.

Di dema jidayikbûna rewşa siyasî ya wê demê de, Gelawêj Xan ji bo ku ev jin ji şiyana xwe ya îroyîn derkeve holê, bû sedemek diyar. Malbateke tijî hesta kurdayetiyê di vê pirtûkê de hemû jiyana xwe ji roja jidayikbûna xwe di sala 1930 de li Mûsilê û hemû bextreşiyan pêşkêş kiriye. Şiyan û jêhatîbûna (Gelawej Xan) û hevjîna wê yê xwedî dîrokek mezin (ÎBrahîm Ehmed) bû îlhamek û handerek ji zarok û neviyên xwe re, wek (Hêro Xanim) û zavayê xwe (Mam Celal) re, ku têkoşîn û berdewamiya wan şahidên dîrokê ne.

(Mam Celal) cihê şanaziyê ye ji bo her kurdekî bi taybetî piştî wergirtina postê serokomariya Êraqê wek yekem kurd, û tevî wê yekê ku nivîskarê pirtûkê bi zimanekî xweş erebî hemû kar û çalakiyên girîng ên (Gelawêj Xanê) ronî xistiye ser, her weha nêrînên kesayetiyên wek (Mistafa Salih Kerîm) bi çend rêzên gelek xweş nîşan dide ku ev kesayetî tijî nûbûn, fedekarî,têkoşîn û bilindkirina asta çanda takekesê Kurd bi taybetî jin û nîşandana çanda Kurdî ji hemû neteweyan re di warê romanê de ye.

Her weha nivîskar balê dikşîne ser nêrînên (Dr.Zahir Letîf Kerîm) jî ku, pirsgirêkên civakî, zarava û çawaniya rûbirûbûn û guhastin bi wan re nêrîna bûyerên siyasî di çand û civakê de û nîşandana rola jina Kurd, mînakên berçav ên vê xwendinê ne bi taybet di pirtûkên Gelawêjxanê yên biu navê (El Kehf Elşucaan- Şikefta Dilêran) û (Ebra Sabil El-Hama) ku behsa ronîkirina hemû bûyerên siyasî di jiyana malbata kurd de dike, û di çîrokeke wî ya dirêj de bi navê (Bûkî Ate Xan) de xwendina min a yekem bû ji berhemên Galawêj xanê û min teşwîq kir ku li hemû berhemên ku di vê pirtûkê de hatine behskirin binerim bi taybet a ji aliyê (Zahir Letîf Kerîm û Dr. Niyan Newşîrwan Fuad) ve ku hewldane ew cudahiya rewşenbîrî ronî bikin, Gelawêj Xan, hewl da ku hemû reftarên ku di civaka me de ne guncaw in, di berhemên xwe de û di şeklê şîroveyan de pêşkêş bike û çawa hewl dide ku hesta welatparêziya Kurdî di dil û mejiyê her Kurdekî de baştir û bihêztir bike, takekesî û kariye beşa herî hestiyar a jiyana derûnî û rewşenbîrî ya civakê nîşan bide.

Wergerandin/Dawûd Çîçek

XELAT