Huso û Nazê

Huso û Nazê

Nivîs: Îkram Oguz

Di bingeha her straneke kurdî da çîrokek cîh digre.

Ew çîrok jî ya eş û jana evîndarên bê miraz ya jî mêranî û mêrxasîya di şer û pevçûnan da ye.

Strana Huso û Nazê çîroka evîndarîya wan a ku bi êş û jan, bi derd û kulên bê derman qedîya ye.

Min ev stran di dema zarokatîya xwe da ji jineke cînara me, ji Meta Gewrê guhdarî kiribû, ku ew ji sedem evîndarîya xwe ya di nîvîda mabû, hinekî dîwane bibû.

Ez jî wê demê û bi aqilê xwe yê zarokatîyê difikirîm, ku çîroka vê stranê jî çîroka Meta Gewrê bixwe ye…

Bi salan şûnda bi deng û sewta gelek dengbêjan ev stran guhdarî kir û ji rastîya çîroka wê jî hayîdar bûm.

Ev çend roj e, bi caran û li stranê û çîroka wê guhdarî kir.

Wek tê zanîn di dengbêjîyê da nivîs cîh nagre û kilam û stran jî heta roja îro jî bi tewna şagirt û hostatîyê hatîne.  Dengbêj straye, şagirtê wî/wê jî dû ra qasî ku ji ber kiribe, gor tewn û sewta xwe ya hinek tişt lê zêde ya jî kêm kirîye û straye. Loma heman kilam ji alî her dengbêjî va bi awayek hatîye şirovekirin.

Di vê stran û çîrokê da jî wusa ye. Gelek dengbêjan strana Huso û Nazê straye, ku ji wan yên di warê tewn û gotinê da herî zêde nêzikî hev strane, Dengbêj Husêyno, Sidîqê Karliovê û Husêynê Farê ne. Gor nêrîna min ji van jî yê ku herî dirêj û bi rêk pêk distirê, bêguman Dengbêj Husêyno ye…

Wek mînak, ji dengbêjên ku vê stranê straye, yek jî Îbrahîmê Pirîkî ye, ku ew dema ku qala bejn û bala Huso û Nazê dike, bejna Huso dişibîne minareya mizgeftê, ya Nazê jî dişibîne îskeleya bin minarê…

Doçent Metin Barlik di TV Kurdî da straye. Ew jî bi armanca modernizekirinê ketîye navê û bi gotinên ji ber xwe derdixe stran ji lehengê wê bêtir birîndar kirîye û kuştîye…

Di çîroka stranê da jî heman tişt hatîye kirin. Her dengbêj û çîrokvan gor bihîstinên xwe yên ezber, hinek tişt jî ji ber xwe ya lê zêde ya jî jê kêm kirine û vedibêjin.

Hevparîya ku di nav vegotina wan da cîh digre ya jî ma ye, ew jî, navên cîh Gelîyê Zîlan û Çemê Hesenevdalê, navê Qulîxanê birayê Huso, êş û jana wan a bê derman e.

Hinek dengbêj dibêjin Huso û Nazê dotmam û pismamê hev…

Hinekên di dibêjin ew ji heman eşîretê bûne.

Hinek jî dibêjin ew di dawetekî da rastî hev hatine û bûne evîndarên hev…

Ji bo destpêka nexwaşîya Huso jî hinek dengbêj dibêjin, piştî zewaca wan sê meh, hinek jî dibêjin şeş meh şûnda êşa zirav li cane wî peyda bûye.

Ji bo xwezgînîyê Nazê jî vegotinên dengbêjan ji hev cúda ne.

Dengbêj Hesenê Şilbe dibêje Ziboyê Çaldiranê ji xwe ra xwestîyê, ku Zibo mirovekî dewlemend û dilê wî ji berê da di Nazê da bûye, lê Nazê rû nedaye wî…

Seyîtxanê Boyaxçî jî dibêje Hesoyê Keko, Nazê ji birayê xwe ra xwestîye.

Lêbelê gor vegotina hemû dengbêjan Nazê ji bo ku xatirê xwe jê bixwaze, tere holika ku Huso tê da razaye, li ber serê wî rûdinê. Qala xwezgînîyên ku hatine wê dixwazin dike û di ber xwe da dilorine. Nazê ji Huso dixwaze, ku ew bi zimanê wî bimêje, êşa ku di canê Huso da peyda bûye, di canê wê da jî peyda bibe, ku di dû Huso ra bi kesekî din ra neziwice… Piştî mirina Huso Nazê çiqas dijî, bi kê ra dizewice û kîngê dimire, di stranê da nayê zanîn.

Lêbelê Çîrokvanê Kurd ê nûjen Ayhan Erkmen li pey çîroka Huso û Nazê jî dikeve û berê xwe dide herêma Gelîyê Zilan û Hesenevdalê.

Li wir nebî û nasên Nazê dibîne û çîroka Huso û Nazê ji wan guhdarî dike. Erkmen jî di destpêka vegotina xwe da dibêje, ya ku wî li vir bihîstîye û ya tê gotin ji hev cûda bûne. Gor gotina nebî û nasên wê Nazê li dû Huso nemîrîye û xwe nekuştîye. Nazê ji bo derd û kulên ku bibîne, dijî, heta ku ew komkujîya Gelîyê Zîlan dibîne û di wê komkujîyê da kezeba wê dişewite.

***

Bi vegotina Ayhan Ermen, ku çîroka Huso û Naze ya ji nebî û nasên wan bihîstiye û berhevkiriye, wiha ye:

Huso û Nazê herdu jî ji herêma Gelîyê Zîlan in. Huso ji gundê Hesenabdalê kurê Heso, Nazê jî ji gundê Qerekilîsê keça Usiv û Bêzarê ye.

Huso xortekî li ser xwe û sîwarekî çeleng bû ye. Dibêjin dema Kor Huseyn Paşa dihat heremê û xort derdiketin cirîtê, ku kêfa paşê pir pê dihat. Huso jî ji wan xortan yek bû ye. Digortin yê ku Huso dibîne, ji kesên derdora xwe ra dibêje, Xwedê ewledekî dide mirov, bila yekî mîna Huso be. Huso jî pir bi dilê xwe razî bû ye, ku heval û hogirên wî hemû zewicîbû ne. Jiber ku ew ji keçikan qayîl nebûye û loma hê ezeb bû ye. Di dema xortanîya xwe da haya wî ji Nazê jî tunebûye.

Naze jî keçikeke bedew bû ye. Bejna wê bilind, enîya wê kevel, pozê wê pîjîn, çav û birîyên wê belek, sing û berên wê jî wek berfa çîyayê Xaylazê bûye. Nazê jî gelek dil şewitandine, lê rû nedaye ti kesî.

Xortekî ji gundê Hesen Ebdalê li gundê Qerekilîsê dergîstî bû ye. Roja ku diçin bûkê sîwar bikin, Qulîxanê Heso di ber xwe da birayê xwe Huso dişîne. Jiber ku Qulîxan difikire ku Huso di dawetê da bedewek bibîne û bextê wî jî vebe. Wusa jî dibe. Bi çûyînê ra dema çavê Huso bi ew keçika ku serê govendê dikişîne, dikeve, hiş û aqilê Huso ji serê wî diçe. Huso ji derdora xwe dipirse, jê ra dibêjin ku ew keça Usiv, Nazê ye. Jiber ku ew ji kesî qayîl nabe, loma hê nezewicîye û ezeb e. Huso piştî vegerê ji jina birayê xwe ra qala Nazê û bedewîya wê dike, ku birayê wî here û Nazê jê ra bixwaze.

Qulîxan jî tevdîra xwe dibîne û diçe Nazê ji Huso ra dixwaze, çend mehan şûnda jî daweta wan dibe.

Çend meh piştî dawetê, di govdeyê Huso da nexwaşîyeke bêderman, (êşa zirav) peyda dibe, rîşa pûç xwe davêje bedena wî. Di destpêkê da Huso û Nazê vê yekê vedişêrin. Dema ku malbat here zozanan Huso û Nazê naçin û li gund dimînin. Lê dema ku malbat ji zozanan vedigerin, dibînin ku rişa pûç xwe avêtîyê herdera Huso, heta rûyê wî. Ew Husoyê ku ewqas bedew û li ser xwe bû, ji keçikan qayîl nedibû û nedizewicî, ketîye halekî wusa ku mirov naxwaze li rûyê wî mêze bike.

Jina Qulîxanê birayê Huso ji mêrê xwe ra dibêje ku Huso ji mal derxe, nexwaşîya wî dê xwe bavêje bedena zarokên wan. Qulîxan ji ber gilî gazinên jina xwe bêçare dimîne û wek bi maneya birayê xwe bibe doxtor wî ji mal derdixe, dibê Hesenevdalê di şikeftekî da datîne. Li binê wî gêhê radixe, xwarin û vexwarina wî jî dide ber serê wî û şûnda vedigere.

Di vegera Qulîxan da Nazê ku Huso li ba Qulîxanê tîyê xwe nabîne, difikire ku Huso mirîye. Loma li çokê xwe dixe û dilorîne. Qulîxan jibo ku eyba wî neyê bihîstin, ji Nazê ra dibeje, ku wî Huso birîye li Gelîyê Hesenevdalê û di şikeftek da hîştîye.

Bi gotina Qulîxan ra Nazê berê xwe dide Gelîyê Hesenevdalê û dimeşe, diçe şikeftê û li ber serê Husoyê xwe rûdinê. Ji Xwedayê xwe ra lava dike, ku bila berî Huso ruhê wê bistîne. Ji Huso ra jî dibêje ku bila zimane xwe derxwe, ku ew pê bimije. Heta roja Huso jîyana xwe ji dest dide jî Nazê di wê şikeftê da li ber serê wî dimîne.

Piştî mirina Huso, Qulîxan dixwaze Nazê bi birayê xwe yê piçûk ra bizewicîne. Lê Nazê wê yekê qebûl nake, dû ra serê xwe digre û vedigere mala bavê xwe. Li gundê Qerekilîsê deh salan di mala bavê xwe da rûdinê. Nazê jineke bedew e, lêbelê ti kes ji tirsa Qulîxan newêre wê bixwaze. Piştî deh salan Usivê bavê wê, Nazê dide Hesenê Elî yê ji gundê Çakirbegê. Hesenê Elî, Nazê wek hêwî tîne ser Henoya jina xwe. Tê gotin, ku Heno xanim jî jina ku mirov hêwî bîne ser ew jin nîne. Lê jiber ku piştî du zikan ji zarokan hatîye birîn, loma ew dixwaze bi destê xwe mêrê xwe bizewicîne. Nazê ya Huso ji mêrê xwe ra dixwaze. Nazê di sala 1893an da bi Hesenê Elî ra dizewice, salekî şunda jî Beşîrê nixurîyê xwe dide hembêza xwe.

Sal û demsal wek avê diherikin, Beşîr mezin dibe û çend sal berî serhildana Agirîyê jî dizewice. Ji Beşîr ra Bêzara Mihemed Axa dixwazin. Beşîr êdî malxoyê mala xwe û di dema serhildana Agirîyê da jî muxtarê Caxirbegê ye. Wê demê Çaxirbeg jî nehîye ye û tê da qereqol, di qereqolê da jî leşker hene. Serhildêrên Kurd di ser Çaxirbegîyê da digrin û dixwazin leşkerên li wir bikujin, lê leşker xwe davêjin mala Beşîr, Beşîrê muxtêr. Dema ku şervanên Kurd dikevin hundur û leşkeran ji male derxin, Nazê û Heno xwe davêjin pêşîya şervanan. Ji wan ra dibêjin, “em ketine ber bextê we, neyarên me bin jî wan xwe avêtîye ber bextê me. Em wan nadin, lê ger ku hûn dixwazin yekî bibin, ha ji we ra Beşîrê me, wî bibin, lê bila nave bêbextîyê neyê ser me.”

Piştî serhildana Agirîyê û komkujîya Gelîyê Zîlan, vê care jî leşker di ser nehîyeya Çaxirbegê da digrin. Hemû mêrên gund, ku Beşîrê Nazê jî di navda ye, li hev dicivînin, ku bibin. Wê gavê jina Beşîr, Bêzar diwelide û jê ra zarokekî lawîn dibe. Mizgînîyê didin Beşîr, Beşîr dixwaze ku ew lawik bînin cem wî ku ew lawê xwe bibîne. Zarokê di pêçekê da ji Beşîr ra dibin. Beşir bextewar dibe û navê wî Silêman lê datîne. Beşîr dibêje, dibe ku ew herin û careke din şûnda venegerin…

Wusa jî dibe. Hemû kesên ji malbatê sirgûnî Edenê dikin, ji salan şûnda malbat pê dihase, ku Beşîr di 1ê Sibata 1934an da, di zîndana Edeneyê da mirîye.

Nazê, Heno û Bezara bûka wan her sê jin bi hev ra Silêmanê Beşîr mezin dikin. Sala ku Silêman dibe 21 salî, roja 21ê Çileyê 1953an da Nazê jî li nehîya Çaxirbegê jîyana xwe ji dest dide…

***

Niha jî bi deng û sewta Dengbêj Husêyno, gilî û gazinên ku Huso û Nazê ji bo qedera xwe ya reş ji hevra gotine:

Huso û Nazê

Nazê got dewran waê dewran waê dewran waê…

Erê Huso malmîrato sibe ye ezê bi Gelîyê Zîlan…

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, dile min bi deman e

Erê bejna min zirav e, ji te ra mînanî kulîlka sere heft rê ya donzdeh waran e

Xwezgînî di mala bavê min porkura Xwedê da li hev civîyan e

Ji êvar da qelenê min birine, xelatên min dan e

Nazê dibe Huso ez bi qûrban, ez hatim exatir ji te bixwazim

Birîndaro ez nizanim birînên te çawa ne, sîwaro ê.. erê sîwaro ê… birîndaro

Huso got Nazê malmîratê sibêye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, ji talih û bextê min û te ra îsal agir barî

Îro dilê min rebenê bûye mînanî hêlûna teyrê Narî

Evî heywanê hêlûna xwe çêkirî li tebeqê hefta, li asîmanê reş û tarî

Ew derde ku li canê min peyda bû ye

Belkî Rebê elemê li dunyayê neyne serê Eyûb Pêxamberê kurmaxwarî sîwaro ê…

Erê Nazê ê… te çav reşê, bejnbilindê, li ber mirazê

Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî, tu gîhayê binê min raxe

Bila Huso sere xwe dayne, birîndaro razê…

Nazê got dewran waê dewran waê dewran waê…

Erê Huso malmîrato sibe ye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, dile min hêlûna teyrê wê li eteg

Xwezgînî di mala bavê min porkura Xwedê da li hev civîyan e

Xwedê dizane mişterîyê min gelek in

Nazê dibe Huso ez bi qûrban tu dile xwe bi halê xwe meşewitîne

Tu sere xwe dayne ser çoka min porkurê

Ew derde ku di canê te da peyda bûye, belkî Rebê alemê li canê min peyda ke

Xwedê ji te pêştir tu cara êdî mirazê min li ser xortê xelkê neke, sîwaro ê.. erê sîwaro ê… birîndaro

Huso dibê erê Nazê malşewitîyê sibêye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, dile min hêlûna teyrê Sîmir e

Erê bayê Gelîyê Zîlan, Çemê Hesenevdalê di ser min da tê guregur e

Huso dibê Nazê malmîratê min sahkirî xwezgînî di mala bavê te da li hev civîyan e

Ji êvar da rûniştine, qelenê te dibirin

Belkî Rebê eleme, tu bi serê mêrê camêr da neyne

Mîna kêr û meqes hilanînin, ji êvar da dil û cîgerê min dibirin

Were ax were were were bajo hê birîndarê…

Erê Nazê, te çav reşê, bejnbilindê, li ber mirazê

Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî, tu gîhayê bine min raxe

Bila Huso sere xwe dayne, birîndaro razê…

Nazê got dewran waê dewran waê dewran waê…

Erê Huso malmîrato sibe ye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, ha li benda gir e

Ava Gelîyê Zîlan, Çemê Hesenevdalê li dorê dizivire

Nazê dibe Huso ez bi qûrban tu dile xwe bi halê xwe meşewitîne

Tu sere xwe dayne ser çoka min porkurê

Tu zimanê deve xwe derîne, ez pê bimijim

Ev derde ku di canê te da ye, belkî bi canê min bigire, sîwaro ê.. erê sîwaro ê… birîndaro

Erê Huso dibê Nazê malmîratê sibêye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, ha bi dar e

Çîyayê Gelîyê Zîlan, Çemê Hesenevdalê bi ser min da mêl û xwar e

Belkî Rebê aleme ahê min jin birayê min ra nehêle

Ev derde ku li canê min peyda bûye, min avêtiye devê ava Çemê Hesenevdalê

Ezê gazî dikim ne gazî ye, ne îmdad e Nazê, ne hewar e

Nazê malmîratê, qey tu dinazîn birînê min kûr e, xedar e

Tu xwe berde konê Hesenevdalê, ji min ra bîna tasek ava sar e

Nazê ê… erê Nazê ê… te singsipîyê mînanî belekîyên berfa Çîyayê ser Xalyazê

Te çav reşê, bejnbilindê, li ber mirazê

Gava tu xatirê xwe ji min dixwazî, tu gîhayê bine min raxe

Bila Huso sere xwe dayne, birîndaro razê…

Nazê got dewran waê dewran waê dewran waê…

Erê Huso malmîrato sibe ye ezê bi Gelîyê Zîlan

Li Çemê Hesenevdalê dikevim, ha bax û rez e

Xwezgînî di mala bavê min porkura Xwedê da li hev civîyan e

Xwedê dizane mişterîyê min ê kevin û tez e

Ez bi qûrban tu dile xwe bi halê xwe meşewitîne

Tu sere xwe dayne ser çoka min porkurê

Tu zimanê deve xwe derîne, ez pê bimijim

Ev derde ku di canê te da ye, belkî bi canê min peyde ke

Xwedê min ji xortê xelkê ra neke bermalîya mala teze, sîwaro ê.. erê sîwaro ê… birîndaro

25.08.2024

ikramoguz@navkurd.net

https://navkurd.net/2024/08/17706/

 

XELAT