Em kurmancî ne…

Em kurmancî ne…

Lêkoler û nivîskar: Dr. Eskerê Boyîk

 

Em kurmancî ne…

Kurmancî zimanê Ȇzdîtiya meye ressen e,

Ulmê Șîxadî, qewlên Șêx Feryê Adiyane,

Lalișa Nûranî da zarê duea- dirozgên me yê hezaran sala ne.

Avên Kanîya Sipî bi kurmancî kișyane,

Kevirê Lalișê bi kurmancî mașya ne,

Birînên cangoryan bi kuemancî êșya ne.

Me eydên xwe bi kurmancî kirin e,

Xas û qelenderê me bi kurmancî jiyan e, bi kurmancî mirin e,

Cinyazên pîrozayê xwe me bi kurmancî verê kirin e.

Cira û findên Lalișê bi kurmancî kenyan e,

Sema û govend bi kurmancî geryan e,

Bûk bin xêlyan da bi kurmancî kenyane, kurmancî girya ne.

Fermanên me bi Kurmancî mor bûne,

Rêyên xerîbiyê bi xûna cangoriyan bi kurmancî sor bûne,

Me bi kurmanciyê xwe parastiye, bi kurmanciyê zor bûne…

Xerîbyê da me gund- ocax kurmancî șên kirin e

Ziyaretên xwe bi kurmancî çê kirine ,

Welêt ra duayê xwe me bi kurmancî rê kirin e.

Koloșê Kalkê min xerîbyê da bi kurmancî bûye,

Xemla pîrka min bi kurmancî bûye,

Xêlîya dayka min bi kurmancî bûye…

Me bi kurmancî parastin dîrok, dîn û îman,

Me bi kurmancî parastin ziman, nav û nîșan,

Me bi kurmancî parastin netew, Kurd û Kurdistan.

Lê dîsa Komkujiya Șengalê bi kurmancî bû,

Șengal tenê hîștin, xiyanet, bêtifaqî bi kurmancî bû,

Nav namûs, tiberk devê weșa da hîștin bi Kurmancî bû.

Welatê xwe da penaberî bi kurmancî bû,

Bin konên nêylon da bê war û be cî bi kurmancî bû,

Bextê me ra lîstin bi kurmancî bû…

Ruhê Kurmanciyê emin, kurmancî taryê da çê nabe

Em tovê kurmanciyê ne, zevî bêy me șîn nabe

Welat bêy me çê nabe,

nabe, nabe, nabe!

Na, rev ji welatê xwe kurmancî nîne,

Na, xeyd ji welatê xwe kurmancî nîne

Em kurmancî ne, kurmancî emin…

Yek me bê yekî nabe!

Qedera kurmanciyê emin,

Kurmancî bêy me nabe

Emê vegerin!

Çiqas jî cî me teng bikin

Me ji axa me der bikin

Kurmancî zimanê me ye,

Kurmancî welatê me ye.

Bese

Çima ciyê me li welatê me da tuneye?

Na kes nikara dewya me bîne,

Na kes nikare Kurmanciya me,

Welatê me,

 Lalișa me,

 Șemsê me,

Kurdistanê

Ax, van gorên meye tomerî ji me bistîne.

Em Ȇzdî ne,

Kurmancî emin,

Em kurmancî ne.

14.04.2024

XELAT