ZİMANÊ TE NEBE TU TUNÎ

ZİMANÊ TE NEBE TU TUNÎ

Nivîskar: M. EMÎN ASLAN

 

Ziman hestîyê movika pişta kes û netewane. Kesê zimanê dayîkê ji bîrke û were pişaftin, neqşê Xweda li ser wendadibe. Lewra ziman sikeya afirîner a li ser kes û netewan e. Di olê semawî û makezagûnê beşerîde jî perwerde û axaftina zimanê zikmakî weka şîrê dayîkê helal û zelal e. Lê sed mixabin di sedsala 21 an de hinga jî perwerda bi zimanê dayîkê qedexeye û li ba desthilatdara "x (zimanê nedîyar)" ziman e.

Ger mirov hebûn û zimanê xwe ji bîrke, mirov ji dika cîhanê wendadibe. Dema mirov girîngîyê nede zimanê dayîkê û mirov hebûna xwe di hebûna cîranada bibîne û her li rex ciranabe, fikr û ramanê mirovan, tê guherandin. Fîzîka mirov dimîne. Ew dem di fîzîkêde jî teqlîd bi pêşdikeve. Vêga "xwebûn" mala xwe bardike û ê din, dertê holê. Kes, xwe ji bîrdike, çand û kultur têkdiçe. Dayîk dibe beyanîyê zarokên xwe. Ew dem neqşê xwe ji bîrdike û bi nav û zimanê desthilatdaran diaxife. Giyan û ziman, êql û îz'an, fikr û raman dibe yê beyanîyan. ji her girêdayînê xwe şermdike û dibe ekrana reklamên beyanîyan. Kêra qesaban li ser hebûna wî ye û bi komkujî, înkar û îmhayê re, rû bi rû dimîne. Divê filan bindeste, filan bê perwerde ye... û diskine.

 Keso, wek seydayê Cizîrî dibêje:" îro cejne qurban ezim,  kêr li destê qesabê ye." Xeta sor li ser zar û zimanê te ye. Ka temaşeke: reng û deng jî ayetê xwedane, ew jî di mala te da qedyane...

 Ji bo vê yekê ; divê berê herkes qesabê zimanan ji berderê xwe biqewitîne. Dibistan bibin mala ziman û perwerda gel û netewan. Di pişt re, alikarîya ciranan.... Ev rewş jî bi rastî zor 'ecêb e. Ji vî rewşê 'ecêbtir;

Zor 'ecêbe ku kesên nikarin xwe ji inkar û imhayê biparêzin û alîkarîya xwe bikin li hin kes û netewê din xwedî dertên. Lê divê herkesek derê mala xwe paqijke. Ew dem dibistan dibe mala gelan û cihan paqij dibe.

Cejna zimanan li hemî gelê cîhanê, bi taîbet li gelê me pîroz be.

 

XELAT