Bişkuvîna kokên comî û nijadî
Nivîskar: Rêber Hebûn
Kirina nijadperestî û dûrkirina olî û netewî ew ji bo cîgirkirina rizandina civakî ye û bidawîkirina destkeftiyên şaristaniya a bi destê zanyar diyar bû, ta civak xwe bi ser hevdû ne de, ji ber ku wek mînak şerê li sûrî van pevçûnên civakî cîgir kirin, ku ji parçebûna civakî derhati bûn, bi encamê zorenga rêgehî a dîrokî li meydanê de hatibû gurkirin bi rêya çekdarîbûnê a bi xwe re çeng û nakokiyên berfireh û girêdayî bi aloziyên civakî anî bûn, ji derveyî sînorên sûrî li dewletên tîjandina comî û li tevahiya rojhilata navîn de, û mînaka nêzik jê re başûr û nîvê Îraqê û zorenga comên Libnanî ên bi serweriyên cîgehî û xaçparêzî an Islamî ên navika heyva Şêîy1 nimûna dikirin, van tişt hemî nîşan didin ku têvedaya zorengê bi rêya ol ve tê geş kirin, û şîrova vê yekê ji encamê ne diyarbûn û çewisandina ramana rexnegirî ye di nav bijardeyên ciwan de, û parastina desthilatên serkotker ji reweştên tîjandinê re, ji bo civak yekgirtî nemînin û tenê agirdeyê cengên aborî bin, ji bo erd , hatin û saziyan talan bikin, di dema ku medya gelek paşverû be, û li ser zorkarî û girtinê xelkê bajo, bi awayên xwe yên diyarkirî yê mazoşiya ramanî pîroz kir bi rêya reftarên partiya totalîter, cîgirê reftarên olî û xudêyî, a cureyên mêtingeriya hişmendî kiribûn, û kedên zanyarên ên bê lawazî û çîzbûn derbasbûn e girêdabûn, zanyarên ku ewlehiya civakên xwe parasti bûn, û wan ji hola cengên nerewayî derxisti bûn, û keti bûn di rûbirûbûna binçavkirin, birçîkirin û pêlên nezanîkirin û reşkujiyê.
Kêmasiyên vê civaka amadekar bi çêja xwe ya mêtandî ji reweştên pîrozbahiyê rût bûn, ji bo bibe nimûneyekê ji her tundirewiyê ji bilî ku bi hişmendiyê pêşkeve, û hevrista zordariya rojhilatî tiştê ku çandibû çinî kiribû bi dehên salan ve ji koletî, û cîgirkirina tenahiyê di civakên ku ji bilî çepikdan û bijîkirinê tiştekî din nizanî bûn, di gumaniya xwe de ku şoreş ji eywanên perestgehan û bangdariyên kesên jê derketin e tên.
Pircarên armancên van şoreşên comî dikevin di pêgorandina desthilatê bê guhertina wê bi awayekî sereke.
Bi nediyarkirina dengê gelêrî, û mayîna bijardeyên wê bin topbaran û revê , çênabe em behsa çi destpêkên avakirina sîstemên demûkrasiyê bi sînorên wê yên kêm ve bikin, an behsa çi pirojeyên ku palên xwe li ser felsefake rastîn bikin, wê ew bimînin di çarçova hewildanê ji bo vegerandina nasnameya rasteqîn e ji civaka rojhilat navînî re, û bi dûrxistina zanyar, xwedanê taybetiyên afrêner, û ne tevlîkirina wan di pêvajoya guhertina demûkratî de, wê çi piroje di zemîna xwe ya tewrî de bimîne ,eger civakê tevlî ne be û bi taybet bijardeyên wê ya ronakbîr ên xwe ji çi axaftinek e partîtî pasfinde girav ne kirin .
*** 1- Heyva Şêîy: têgehek e siyasî ye , padîşahê Urdinî Ebdulillahê duyem lawê hisên bikaranî bû di Waşinton post de dema serdana xwe ji Emerêka re di destpêkên meha berçelê de sal 2004 an de , li ser metirsiyê xwe derbirin kiribû bi gihîştin hikûmetek e Îraqî bi Îranê re hevkar e li desthilatê li Bexdayê ku bi sîstema şoreşa Islamî re li Tehranê û ricîma Behs li Şamê re hevkar e ji bo çêkirina heyvekê bibe bin serweriya şîa dighe Libnanê.
---------------
Cîhangêriya zanyarî
Armanca a ku divê bi rêya wî hinirên zanyarî ji bo hebûnê bi yek bin ewa bi dîtina şêweya rêxistinî a giştî ye, û ewa destika gerentor e ji berdewamiya pêşveçûnê bi rêya berdana cîhangêriya zanyarî, ji ber ew destpêka zengila dawiya aloziyan e ,yên gelan dorpêç dikin û wana di warê aborî de diwestînin, û wana jî li cengên vala û berdewam dehf didin , û rêxistina sertî ,birçîbûn û zordariyê bi rêya cîhangêriya zanyarî wêran dibe, û kelemên yên di nav zanyar de li warên hebûnê bi dawî dibin, di bin siha vê cîhangêriyê de jiyana hevbeş û destdanhevî di navbera cudahiya desteyên dewlet û herêman de pêktê , ji bo pîlankirina pêşerojek e gulî ji hebûna bedew re, û tunekirina malgirtin û têgehên wê yê bi aliyê ezezî, nezanî û zorê diçe.
Çanda cudabûnê kedek e zanyarî ye biciyawazî û berzkirinek e bedew e ji pinca hatinrêziyên bala , û afirandinên bi nirx re , û derpirandinek e bêtir e ji dayîn û pêkanînan re û parastina jêgirtiyê yê ku bi rêya wê qameyên jiyanê li cem gelan bi rêya afirandinê aşkere û pirreng dibe, bidawîkirina sitemkariyê, û parastina mafê mirovan.
Û ramandin ji navdariya berketvan e ji henas re û ji gewrebûna hebûn û hinirên bedewbûnê , û çi rê ji bo yekbûn û yegirtina civakan re nîne ji bilî bin siha zanînê ,û yekbûna a ku em binav dikin wateya wê nemana sedemên awanteyê û wêraniya nirxî ye, û ne watekirina wê, rakirina rolên bijarde ,reng û pêkhatiyên civakî ne yên ku bi taybetmendiyên xwe ve ligel hevdû jiyan dikin.
Ew bend dihêlin ku barê jiyanî bêhtir bibin, ji ber ku tof, rageh ,ol û netew rengên ku dilxwazê dadmendî û rehetiyê dikin , eger ku em sedemên çêbûna wana di nav xelkê de bi rastî vekolînin, ji ber vê yekê zanyar dixebitin li ser aşkerekirina zanînê mîna tevinekê van rengan dinixumîn e ta bihêle bêhtir bedew, çirûsîn û zelal be.
Fermandariya comî zêde sitemkarî û bindestkirinê ji bo bijardeyên civakî re diçîne, û fermandariya ragehî nezanî û gelaciyê tîne, û fermandariya olî tund û tojî û sertiyê tîne, û rê ji bo azadîbûna vînan ewa zanîn e, û zanyar dikevin e pêşbirkê ji bo gîhandina evînê a ku nûnertiya zanîn û hebûnê û doza hezkirina wê dike.
Zanyar li ser hizirkirina hebûnê, û vekolîna zanînê û berdana hezkirinê di nav xelkê de li hev dikin, ji ber ew rêyek e ji bo vegera mirovê hişmend li şaristaniyê, cudabûn û hatinrêzê, û ji ber ewa tek tiştek î lihevhatî ye, berhinde xêr ji hebûnê ye û bedewbûn zanîn û evîn e .
Nexwe evîn perestoya nirx e û ji hebûnê re vedigere yê jê zanîn dibişkive a ku zanyar armanca wê dikin.
Zanyar têkilek e ji cotbûna evîn bi hebûnê re bi rêya mirovê berketî û çaxê ku alavên xwe bikarbîne ji têgihiştina vê felsefê wê bê naskirin bi mirovê zanyar û wê bibe ji rêxistina zanînê, ji ber hinirek e naye tunekirin ji avakirinê û sîstemê saz dike.
Mirovê niha baweriya xwe bi evînê nema ji ber wê dest bi darêjdankirina wê kiribû, lê zanîna a ku li ser hezkirina heyînê avakirî ye me dihêle ku em bi dû ramanên nû bikevin ji bo jiyana me, ji ber ku bîngeha a em ji xwe re ava dikin bîngehek e rastîn e.
baweriya a ku bêcanî û winda nabe û yê ku timî diyar dimîne bi ferehiya gerdûn û jiyanê: ewa zanîn e a ku asoyên mirov vedike û dihêle rewanê wî nêzî sirûştê bibe, sirûşta a ku Zerdeşt 1 hezkiribû û vê yekê Nîtşa behsê kiribû di pirtûka xwe yê ciwan de bi navê ( wisa Zerdeşt axivî) , û evîn nemir e, nemiriya yekbûna tûximê bi giyanê ve, û ew di zanînê de cîgir e û bi yekbûna hebûnê diyar e .
Zanîn ew nirxa bilind e a bi rêya wî bangên mirovahiyê teva bi yek dibe, û bîrdoziya gelemper e ji ber guherbar û guherî ye, lê bîrdoziyên cîgîrbûyî dîlgirtî serdem, kom, û bijardeyê xwe ye , yên di berjewendiyên xwe de girtî ne, û ew bîrdozî tim rastî xirakirin û xarbûnê tê.
Binema li ser zanînê radibin, zanebûna a ku hinira guhertinê sînordar nake, û ne mebest bi binemayan helwestên niha ne , yê cîgirbûyî di evînê de ewa dayîn e, ji ber ewa navdariya hebûnê ji me re ye, û em fêrî dayînê bi zanîn û evînê dibin.
Evîn ew zanîna a ku namiçiqe, û rê ji bo jiyana nû li gor dîtina zanyaran ewa lêkolînkirina mirov e û xwarinkirina wî bi sedemên hezkirina wî ji hebûnê re, heta ku mirovê zanyar eger naverokî an zanyarek î giyanî be , herdû jî bi xuristî û lihevhatina evîn û xweda bawer in ji ber ku ew dûmahîka têgihiştina gerdûnê ye, û zanîn di henasê zanyaran de lagirtin, goşegîrkirin û bikevirbûnê têkoşîn dike.
Zanebûn mirov ji lawazbûnê balatir dike , ew şoreşek e li hember darêjdankan e, û afirandina alavên yên pêşketina karbînîbûyî diafirîne,û ji mirovahiyê re ragehên jiyanê û reftarên wê berhem dabû, lêbelê beranberî vê yekê ramandin û dagihêjî kiribû jêre bîngehekê ji bo berdewamkirina jiyanê û ewa felsefa bi armanc e ji azadiya mirov û diyarkirina rastiya şadiya wî re bi rêya yekgirtina mêjî û dil yê ku ramanên pak tînin.
Û bawerî bi evîn, hebûn û zanînê ji bo zanyaran e û her zanyarek î ji xwe re rêbazek î hildibjêre ji bo bişanhildana evînê.
Ji ber ku zanîn ji berhemê keda mirovahiya hişmend e, û pergalên netewî yê ku li ser rêbazek e ronakbîrî diçin lê bîngeha xwe li ser dûrkirinê cîgirbûye, û netewbûna erdnîgarî lawaz e di hundirê kesên xwe de tiştekî neçandibû ji bilî dûbarekirina sloganan û razana li ser xewinên lawaz û pesinvaniyên donkîşotî , û rewanê zanînî girstirîn hinirek e ku dikare jiyanê ji nû ve weşan bike di giyanê netewên xwe radestkirî ji temara serberjêrbûnê.
Şofînizma netewperestan û nijadperestiya wan ziyanên bi du hevdû ji netewan re anîn û ew netew ranabin bê hezkirin û hevnasînê di vê hebûnê de, û zanîn xwenasînek e zanyar e ne ya netewek î bi xwe ye ji bilî ya din, û ewa xebatek e bi rêk û pêk e û şoreşek e keftikî ye dijî ropartên derewîn bi hatinrêzên sexte ve, û rabûna netewan e bi serhildana wana li hember binaxkirin , mirin û sitemkariyê, û dijwartirîn girêdan ew a , girêdan bi zordarek î re , û sertirîn koldan e , koldanbûnên me ji bo gurandina gelên yên berketî şiyarbûnê bûn piştî serdemên razan û xumamiyê.
---------------------------
1- Zerdeşt li navçeyek e ji rojhilatê kurdistanê ji 3500 sal jidayik bûye, û pirtûka pîroz ji ol re binavê Ebistaq an Evista ye, bi zimanê kevin hatibû nivîsandin û jê zimanê Kurdî pêkhat.
XELAT
