Pirtûka min `KEÇA ARÎ` derket
Helbestvan: Seyrana Celad
Xwendevanên hêja û delal, pirtûka min ya duyemîn li welatê bav û kalan, li Wanê, weşanxwena Sîtavê da derket. Pirtûka min bi nav kir (KEÇA ARÎ), bi vê navî min keseyatya xwe nîşan da. Di pirtûkê da cîh girtine helbestên her mijarî. Navaroka helbestan welatparêzî, mirovatî, wekhevî, evîna pîroz, êş, hêvî û rexneyî ne.
Di pirtûkê da sed û du helbestên klasîk ên standard cîh digirin. Çima hemû klasîk, ji ber ku helbesta kurdî li ser stîl û bingeha klasîk hatiye avakirin, gel jî ev cûre pir hez dike. Ev şêwaza folklora kurdî ya klasîk ji dua, qewil û beytên kevnar yên êzdyan hatiye girtin, bav û kalên me hewl dane ku gotinên xwe bi kafîye bibêjin. Rast e niha nifşê nû ji şêweya azad û serbest tercîh dike, lê rola klasîk taybete û cîh ê xwe nade tû formeke din.
Wek nivîskar û helbestvanek, ku bi hemû şêweyan dinvîsim, ezê giranyê bidim û balê bikşînim ser cûrê klasîkê û bibêjim, ku klasîk zehmete, divê helbestvan baş agahdar be û hemû surrên wê bizanbe, klasîk mîna têrmîna matematîkê ye, di nav da pîvan, kafî, fikir, navarok û levanîn heye, divê bi hev ra di ahengekê de bin, ku helbestên klasîk xweş bê hûnandin.
Bi vê pirtûka xwe min hewl da nîşan bidim, ku di warê klasîkê da çiqasî pêşketina min heye, bi dîtina min encam diyar û ber bi çev e, nirxandin û gotin xwîneran ra dihêlim. Ez pirtûka xwe bi hezkirin û bi dilnizmî diyarî gelê me yê Kurd dikim, yên ku xwe ji bîr kirine, bi fedakarî diparêzin dayîka me Kurdistanê, ji bo rizgariya wê têkoşîna jîyan û mirinê didin û ji bo wan lehengan, ku mînanî şêran ji bo azadya me şehîd bûne.
Ez spasdara wan kesa me, kê ku bi bawarî min ra vê rêya teng û pîroz da dimeşin, ez spasdara wan kesa me, kê ku huner û heza helbestyê di giyanê min da dîtin, ji bo min bûn mamoste, rêber û ez bi wan xêrxwezan kelecan bûm, û min soz daye wekî pênûsa xwe êdî ji dest danaynim.
Wisa jî spasya bê hempa didim hemû xebatkarên weşanxwenê ra.
Keda kê di pirtûkê da heye, kê ku emek dane min, di hêla edebiyet û zimanê kurdî da ez bejina xwe li ber wan ditewînim, hê jî ez şagirtim û benda şîret û gotinên zêrînim.
XELAT