Qad û Sermaye û Sîwan

Qad û Sermaye û Sîwan

**Stran Ebdulah

Yekîtî qada têkoşînê ye, sermayeya xebata me ye û sîwana têkoşîna me ya neteweyî ye û eger em hinekî di xema serkeftina Kurdistanê û Kurdayetiyê û demokrasiya de bin, gereke em Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê  biparêzîn û şanaziyê pêve bikin û di xema wê de bin ku îroj û pêşeroja wê payadar be heta roja dawî berdewam be.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku qada xebata drustî ya Kurdane û demokratiyane û azadîxwazane ye. Ew hem berhevkirina ezmûna 100 salî ya tevgera kurdayetî ya hemdem e ji dema derketina kombûn, îsyan, komele, rêxistin û partiyên kurdî û vir ve. Hem jî veqetînek bingehîn e, digel ewa ku di dema derbasbûyî de qewimiye.

Dema ku em dibêjin YNK`ê partiya Mam Celal e, wateya wê ewe ku di dîroka borî ya nîvê duyem ê sedsala 20`an de heta çerxa derketina YNKê di Hezîrana 1975an de, partiyek heye ku du serdem bi hev ve girêdaye û Mam Celal jî navûnîşana wê girêdanê ye. Ku edebiyata wê nivîsiye û digel karwanekî 49 salan de ji hevalên dêrîn heta nifşên piştî wê karwanê pênc deh salan ji xuhdan û xwîn û ked jêre hatine dayîn û ezmûnekî tejî û dewlemend pêxistiye. Eve girêdana pêş destpêkê ye û ji kêlîk û wexta şoreşê jî ve ayindexwaziyeke ku YNK`ê bi navê şoreşa nû û erkê nû û rêbaza nû û Kurdistana nû, bi nîştîman û dunyayê da naskirinê.

Di sedsala derbasbûyî de û em di du deh salên destpêkê yên vê sedsalê de ne, YNK`ê ya herî başe, ya herî çêtirîne, ya herî Kurdtir e, ji ber ku bi cureyên têkoşîn pijyaye û bi xem û xeyalên Kurdistaniyan hatiye avakirin. Ders ji şikestinan û ji serkeftinan wize wergirtiye û ji paşekişanê hizirkirin û asoyê rabûnê dibîne.

Ji ber wê yekê ye ku YNK`ê sermaye û sîwana vê tevgerê ye zêdetir ji sed salî ye ku hîna destpêke û erkên zêdetir mane ku cîbicî bike.

Ev Yekîtî ji ber ku sermaye û qad û biwarê canfîdayiyê ya berfirehe di foruma tekoşîna Kurdistanê de hîna jî sermaye û sîwana me hemûyan e, gereke em vê sîwanê bi avadanî bihêlîn û geş bikin û bi wêrekî berevaniyê lê bikîn.

 

XELAT