Şenaz Îbrahîm Ehmed: Gorên Komî Bîranînên Bi Êşin
Roja 25/1/2025 Xanima Yekem a Êraqê (Şenaz Îbrahîm Ehmed) gotarek bi sernavê "Kewandina Birînên Dîrokê û Rêzgirtin ji Qurbaniyên Jenosîda Enfalê" di malpera (News week) ya Amerîkayê de belav kiriye.
Şanaz Xanim di wê gotara xwe de dibêje: "Ez ê di vê nivîsa xwe de nêrînên xwe yên der barê êş û azarên civakên bindest de û dersên ku divê em tu carî neyên ji bîr kirin tînim ziman."
Xanim Şenaz Îbrahîm Ehmed amaje bi wê yekê jî dike ku: "Gorên komî bîranîneke bi êş e ji bo welatên ku tûşî tundûtûjiyê bûne û rejîmên zordar erdên wan kirine goristanên bêdeng."
Xanim Şenaz Îbrahîm Ehmed di beşeke din ya gotara xwe ya rojnameya Newsweek de behsa serdana xwe bo devera Semawayê kiriye û gotiye: "Dema ku ez çûm ew axa pîroz li çola Tel-Şêxiye yê, min hest bi nehametiya qurbaniyan û berpirsyariya me kir. Malbatên wan tenê şayîsteya hevsoziyê nînin belku pêwîstiya wan malbatan bi pêngavên kirdar jî hene."
Di dirêjahiya gotara xwe Xanima Yekem a Êraqê ragihandiye: "Ev babete tenê girêdayî dema bihûrî ve nîne belkû pêwendiya wê bi pêşeroja me re heye, her canek ku di van gorên komî de ji dest çûbe, şahidiya bedelên bêdengî û kirdariyê ye dive çîrokên wan weren gotin, da ku fedakariya wan her û her di wijdanê mirovahiyê de bimîne."
Di gotarê de hat gotin, "Divê em bi hev re bîranîna wan biparêzin, edaletê pêk bînin û pêşerojeke wisa ava bikin ku tê de tu zarok di hembêza dayîka xwe de netirse."
Ji bo xwendina tevahiya gotarê vê lînkê bitikîne…..
XELAT
