HÊRO XAN… Hizbayetî Di Demên Dijwar De

HÊRO XAN… Hizbayetî Di Demên Dijwar De

Nivîs: Stran Ebdulah

Hêro Xan, hevalê jiyan û tekoşînê yê Serok Mam Celal e, ji ber wê jî rehendê têkoşîna wê ya siyasî li cem me hemûyan cihê zanînê ye. Lê belê, piraniya xebat û karkirina Hêro Xan di rehendên fireh a siyaseta nîştîmanî û neteweyî de ji bo çand, huner, medya, çalakiyên civakî û projeyên stratejîk ên mirovdostî veqetandiye.

Hizbayetiya eşkere û ya rasterast û xurt di serdema qeyranan de derket holê û hate ser xetê û bê tirs û bi cesaret û wêrekî berevanî li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNKê) û siyaseta wê ya rasteqîne kir. Bi taybetî di demên ku pîlangîriyên mezin li dijî YNK’ê hebûn û zext li ser siyaset û kurdewariyê kiribû, ku di wê demê de (Mam Celal) jî jiber nexweşiyê di bêhnvedana çengewariyê de bû, gelekbûn ew kesên ku "Fatîha" ji bo nemana YNK’ê dixwendin û gelek têz û alternatîf ji dêvla YNK`ê û Mam Celal dixistin bazarê. Di wê demê de kes hebûn ji saman û serweta madî û manewî ya YNK`ê dixwarin û bikartînan û şerm dikirin ku navê YNK`ê bînin ser zimanê xwe yan gotinek xêrê ji bo Yekîtî bikin, bi navê demokrasî û gotinên biriqî yên din ken û tinaze bi kevneşopiyên hizbayetî û şanaziya bi hizbê dikirin. Bi dîtina wan kesan tu buhayê hizbayetiya teng nemaye û şerme ku şerê paçikan ji bo wê bê kirinê. Di van tengasiyan de û demên dijwar de(Hêro Xan) dersa hevrikiya siyaseta partîtiyê û dilsoziya bi YNKê re da û derket qadê. Ji bilî parêzvaniya resen û cewherî û rasteqîne li berjewendiyên bilind ên YNK`ê çi bi amaje û nîşan û çi bi ala û logoyên YNK`ê hertim serbilindî û serfîraziya bi YNK`ebûyinê dida bêş. Wê cil û bergên tev kesk û bi logoyên YNK`ê  li xwe dikir û tevî otomobîla xwe jî û heta hemû amûr û pênûsa xwe jî bi rengê kes xemilandibûn.

Gelek ji me çalakiyên wê demê di bîra me de ne ku di kampanyayên hilbijartinê de ji bo coş û kelecana gel ew cil dihatin liber kirin. Hêro Xan bi ew dîroka xwe ya mezin a têkoşîna siyasî, şoreşgerî û pêşmergetiya xwe, qet mecbûr nebû wê yekê bike, piştî wê hemû girseya YNK`ê bi dade û xwîşka mezin û amojin bang li Hêro Xanê dikirin û hurmeta xwe wek ya hevsengerê xwe Mam Celal hebû, ku ew nîşaneyên hizbî peyrew bike.

Lê tîbûna wê ya ji kurdayetiyê û têgihiştina wê ya kûr li ser rola dîrokî ya YNKê û rola giranbuha ya hizbayetiyê di tengasiyan de û kultura kesk li xwe kirin û hizbayetî ya heval Hêro bû. Wê di krîzan de xwe ji erkên ser milê xwe û wêrekî û jinane nedida alî û wek xwîşka mezin dadiket qadên kesk. Bi vê yekê jî ders û waneyekî mezin a hizbayetî nîşanî me dida ku di krîzan de bibe bersiv û di şênayiyan de berfirehtir û netewîtir binêre.

Ev wêneya Hêro Xanê, wêstgeha hizbayetî û siyaseta mêrxasî û wêrekî ya wê, di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û kurdayetiyê derdixe.

Bi vê boneyê, bîranîna rojbûna wê pîroz be û temenê wê ji bo kurd û YNK`ê tejî Bereket be.

 

XELAT