Ez û Sadiq Necar ! 

Ez û Sadiq Necar ! 

Nivîs: Abdulqadir Hourî

Li dawiya salên heftêyan ya sedsala bîstan de, ez gencekî pir germ bûm. Min digot qey ez pêxemberek im û xwedayê li heftezmanan ez ji bo guherîna vê diniyayê şandime erdê!
Wekî gencên dîtir yên wê serdemê ez endamekî biçûk a tevgereke kurdî çepgir bûm û bi fikir û ramanên min bû ku rêbaza pariya min rastrîn rêbaz bû, û divê ku em ji bo partiya xwe jî cangorî bin, lê me nizanibû ku riya siyasetê pir dirêj , dijwar û guhêrdar e ! .

Rojekê ji rojan hevalekî min yê wê demê hebû, û navê wî jî Nûrî Reşo bû. Nûrî ez agahdar kirim, Sadiq Neccar weke rêvberekî kurd, û Emîndarê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriye’yê ye û ew li taxa em lê niştecî ne, rûniştiye. Min dît pir baş e, ez li gel wî hevdîtinekê bikim û rêbaza “şaş “ya partiya wî  ji nêzîk ve bişopînim. Di xeyalê min de bû ku S Neccar î ji diniyayeke nû hatiye erdangariya me û min weke ufo’yekî daketiye qada me didîtibû. Di serê me de hatibû çandin, Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriye’yê ji hêla îstîxbartên rêjima Esed ve hatiye hûnandin û meraqeke pir grîning li ba min çêbûbû , ez serdana S. Neccar î bikim û hindek agahiyên bi jêder  ji devê wî bigrim û ji bo hevalên serkirdeyetiyê re bişînim. Mala camêr li Taxa Eşrefiyê ya bajarê Heleb’ê bû, û ji mala me pir ne dûr bû. Malavayî ez û Nûrî Reşo pêşwazî kir, û bo  jûreya mêvanan pêşiya me  kir. Di mala wî de çend dost û rêhevalên wî jî hebûn. Di dawiyên salên heftemîn yên sedsala bîstemîn de gengeşeyên dijhev ji hêla çep û rastgiran ve pir germ bûn, û her rêbazeke siyasî, tenê rêbaza xwe weke rêbazeke rasteqîn didît. Gengeşeyên rojane li ser pûçelkirina şoreşa Mele Mustefa Barzanî li başûrê Kurdistanê, şerê îdeolojî di navbera Kapîtalîzim û sosiyalîzim, nakokyên di navbera Lênînzim û Mao’izmê, piştgirina şoreşa gelê Filistinê bo azadiya welatê xwe mijarên sereke yên gengeşeyan bûn. Civîna me li gel S. Neccar î weke civînên dîtir birêve çû, ango civîneke hêsan bû, û nakokyên me li jor gotibûn careke  dubare bûn . Wê demê S.Neccar î  Emîndarê Giştî yê PSK-S bû û yek ji rêbazaên  partiya wî, di wê wextê de, rexne li ser rêbaza mele M. Barzanî  dihat kirin, ku Barzaniyê bav ji bo têkbûna şoreşê  tawanbarê yekem bû, ji ber ku partiya ku S. Neccar î serkêşiya wê dikir meyldarê YNK bû . Li ser astê şexsî û kesayetî de min ew weke mirovekî normal û ne pozbilind bû, dît. Piştî demeke nedirêj û bi sedema “destdirêjiya payayên bi îstîxbartên  sûriye’yî  di  nav partiya we  de bûn “ (!!) me bihîstî ku wî û çend hevalan wî ji PSK-S  kişiyan. Pişt ji karkêşana ji
PSK-S, S.Neccar î  û  çend rêhevalan komeke ji kurdên serbixwe bo têkiliyan bi partiyên “welatparêz” ligel partiyên tevgera kurdî li Sûriy’yê xebat kirin.
Dilovaniya xwedê li ser wî be, dîrok û jiyana S. Neccar î weke dîroka tevgera kurdî li sûriye’yê bû. Tevgera kurdî li Sûriye’yê gelek yekîtî, hevalbendî û rêkeftinên siyasî çêkirin, lê mirazê wan, mixabin, heta niha nehatiye serî yan jî serkeftinên bidawî nehatine meydanê, ji ber hîn gezî gezî û ez eziyên partîtî rola mezin dilîzin. Mirov dikare xebata tevgera kurdî li Sûriye’yê bîne ser ziman, ku ew ji binketiyeke îdeolojî yan jî, ji xebateke siyasî bo binketiyek dîtir rast tê . Çîroka siyasî ya S.Neccar î çîroka gelê kurd û tevgera wî ya siyasî  li Rojavayê Kurdistanê ye . Mirov dikare xebata tevgera kurdî li Sûriye’yê weke“xeleka xerab“ yan الحلقة المفرغة ” binav bike .

Piştî yekemîn rûniştina min bi S.Neccar î birêve çû, dostaniya normal di navbera min û wî de berdewam kir, lê têkiliyên me ji hevdu qutnebûn. Ez texmîn dikim ku me bi rêzdarî li hevdu dinêrî, û taybeta pîştî ku em ji bandora  îdeoljiya hişk ku serê di hefetmîn û heştemîn yên sedsala bîstan de hatibû dîlkirin, rizgar bûbûn. Me hevdû pir caran li çalakiyên  civakî, netewî û siyasî didît. Hevdîtinên me birêzdariya dualî dihatin qedandin. Wî jiyana xwe weke parêzerekî bo misugerkirina mafên xelkê dikir, û ez jî weke jimêriyarekî kar dikir.
Ez di wê baweriyê de me ku S.Neccar î ligel hêvî ku “şoreşa  gelê Sûriye’yê bo azadiyê û jiyana bi rûmet  daketibû kolanan  bo rûxandina rêjîma Esed û damizrandina dewleteke Sûriye’yî  demokrat ku di bin ala wê de kurd jî bi azadî û wekhevî bijîn bû  . Lê hêviyên wî û hêviyên me jî hatin şikandin û beravêtin  . Li şûna ku siyasetmedarên  modêrat serkêşiya “Şoreşa sûriyeyî’yan “ bikin , rêbazên tundrew dîdara wê şoreşê standin û rûyê şoreşê ber bi avakirina dewlete erebiya sinnî  dan ber guhêrandinê.
Meşa bo guhêrina rûyê şoreşa Sûriye’yê bo tundrewiya siyasî rewşa gelekan ji welatperweran xiste nav xirabiyê, ez yek ji wan kesên ku bi hezaran bo xelasa xwe ya şexsî geriya’m  , û ez texmîn dikim S. Naccar î jî  yek ji wan kesan  bû . Me herdûyan milk û mewlalên xwe li Helebê li paş xwe hîştin û ji bo warekî dîtir berê xwe me daye wê.  Ew vegeriya bo hêlîna ku ji dayika xwe bûbû, û li gundê xwe li herêma Efrînê niştecî bû - û jiyana xwe weke kurdekî perwer tiştek di destê wî de bo guherînê tune ye beredwam kir, û ez jî bo Ewrûpayê bo xelasa şexsî ya xwe reviya’m (!).
Keko S.Naccar o . Ax bira ax. Tu xwedî şanseke mezin bû, heta ku tu reştirîn rojên yên li paşeroja me dê biqewimin nebînî, te bar kir.
De here ber dilovaniya xwedê yê xwe, lê bila ji bîra te neçî ku tu ji wî re zulma ku bawermendên wî yên li ser kurdan dikirin û dikin şirove bikî.

Wêneya nemir Sadiq Necar li gel rewanşad Mam Celal Talebanî

XELAT