Hilbijartina Encumena Parêzgehan û Doza Şengalê

Hilbijartina Encumena Parêzgehan û Doza Şengalê

Nivîs: Letîf Nêrweyî

 

Di niha de ku germahiya bangeşeya hilbijartina encumena parêzgehên Êraqê ye, bi taybetî li deverên veqetandî, hemû aliyên siyasî di hevrikiyê de ne ji bo bidestxistina pirtirîn deng û zêdetirîn kursiyên encumenan û gehêştina bi desthilatên rêveberiyên xwecihî. Ewê ku bangeşeya Şengalê li gel deverên veqetandî yên din cuda dike, birîna giran û ya berdewam a Şengalê ye û xema kûr ya Şengaliyane, çûnkî piştî derbasbûna zêdetir ji (9) salan li ser êrişên terorîstî yên DAIŞ`ê û cenosîd kirina Êzdiyan, hêşta zêdetir ji (160) hezar welatiyên devera Şengalê di kampên koçberan li parêzgehên Herêma Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Duhokê jiyana xwe dibohurînin û ji ber komek astengî û berbestan derfet ji wan re nehatiye dan ku vegerin ser mal û mulkên xwe.

Piştî derbasbûna (9) salan hîna qaymqamiyeta Şengalê a li kêleka bajarê Duhokê ye û her welatiyekî qeza Şengalê ku ji bo mameleyeke xwe ya fermi pêwîstî bi îmzeya qayimqam hebe, pêwîste sê seatan bi otomobîlê rê bibre û di (12) bazgehên leşkerî derbas bibe taku bighêje qaymqamiyeta Şengalê li (Domîz û Faydê) ya li kêleka bajarê Duhokê, ji bo vegerê jî heman senaryo dubare dibe.

 Piştî derbasbûna (9) salan biser dagîrkarî û wêrankarî û komkujiya Êzdiyên Şengalê, hîna keşeke guncaw nehatiye afirandin daku xelkê Şengalê li mal û mulk û warên xwe vegerin, çûnkî ji bilî ku zêdetir li (100) hezar welatiyên Êzdî bi neçarî berê xwe dane welatên Ewropayê, hîna koça gencên deverê ji bo derveyî welat berdewame, di heman demê de hîna Êzdî ji bo nakokî û hevrikiyên hizbî li ser 5 aliyan de parçe bûne, her parçeyek ji wan peyam û nêrîna xwe heye ji bo çareserkirina doza Şengalê û awayê hukimranî û pêşeroja deverê.

Hîna xema Şengaliyan berdewame, çûnkî piştî derbasbûna (9) salan li ser cenosîdê, xelkê Şengalî berdewam bi dest nebûna xizmetguzarî û bêkariyê û cudakariyê û wêrankariyê dinalin, hîna çarenivîsa bi hezaran zarok û keç û jinên bêtawan yên Êzdiyan nediyare.

 Hîna hemû rehendên (siyasî, yasayî, navçeyî, navdewletî, civakî û dîrokî) yên Şengalê, tenê bi nêrîna rehenda leşkerî tê seyr kirin.

Xemên wan berdewamin, çûnkî piştî ruxana rêjîmê, Şengaliyan weku deverên veqetandî çavê wan li wê yekê ye ku zanîngehek yan nexweşxaneyeke şayîsta, parkekî serdemiyane, li bajarê wan bê vekirinê.

 Sedema berdewambûna hemû van xeman ji bo sîstema ne rewa ya navçeyê û rêveberiya xwecihî ya parêzgeha Neynewa vedigere û take çareser jî bo rewşa Şengalê beşdarîkirina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye di rêveberiya xwecihî ya Neynewa û Şengalê de ye û pêkanîna rêveberiyeke fereh ya xizmetguzar û zelal ku xizmeta hemû Şengaliyan bike bi bê cudahî. Ji bo vê jî ev hilbijartine ji bo cemawerê Şengalê çiqas çarenivîsaze û giringe be, ewqasî jî derfetekî dîrokî ye ku beşdariyeke berfireh di proseya dengdanê de bikin û deng bidin bi hevpeymaniya (Yekîtiya Xelkê Neynewa). Çûnkî serkeftina YNK`ê li wê parêzgehê, dibe fakterê ji nû ve komkirina Êzdiyan û nehêştina cudakariyê û asayîkirina rewşa ne seqagîr (aram) ya Şengalê.

 Vegera koçberan bo warên xwe, avadankirina bajêr, nehêştina şopên terorîstên DAIŞ, destpêkirina koça berovajî bo bajarê xwe. Bo vê mebestê jî, hevpeymaniya (Yekîtiya Xelkê Neynewa), bernameyeke taybet û stratejiye ji bo çawaniya çareserkirina pirsgirêkên Şengalê û mîkanîzma cîbicîkirina bernameyê hatiye dariştin û bi cîbicîkirina wê bernamê birîna Şerngalê derman dike û dawî bi xema berdewam ya Şengaliyan tîne.

 *Nivîs: Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Letîf Nêrweyî

XELAT