Gelo Şerfedîn Kîye?

Gelo Şerfedîn Kîye?

Qehremanekî dema xwe gelo dikare bibe sîmbola an nîşana dînhebandin ê?

Gelo Şerfedîn Kîye?

Nivîskar: Orhan Basî

 

Wek tê gotin Şerfedîn di  navbera salên 1200 û 1250 de jîyaye.

Van salên dawî ji hêla hin kesan ve hin bi zanîn hin jî bi nezanî Şerfedîn wek dînê Êzdîyan didin nasandin û minak ji qesîda Şerfedîn an ji qewlê wî wek çavkanî didin nîşan.

Ez jî wek kesekî dixwazim nêrîna xwe bibêjim. Li gorî min  Mîrza Begê Dasinî an ji Mîrza Begê Xaltî çi be Şerfedîn jî ewe, ne kêm ne jî zêdeye. Şerfedîn jî wek wan herduya leheng û xweş mêrek bû.

Lehengî û xweş mêrîya Şerfedîn ji vîr tê, di dema wî de jî, wek  îro hin kesên wek DAIŞê rabûn gundekî wek ê Koço hemû qirkirin yek ji gund nehiştin, hemû kuştin. Dema Şerfedîn tê û gund û bi sedan cendekê bê serî, bi seden kuşti û mirî, mal û xanîyê talan kirî dibîne hingê ad û soz dide.

 Dibê heye ez tol û heyfa van hilnedim ez ji çiyê danagerim, berê xwe dide çiya û her pêlekê refek xort dibe çiyê, jiber vê yekê jî, gotinek heye heta îro jî tê gotin, dibê Ya Medî Şerfedîn tê kengê rabî ji mixarê an ji şikeftê, ji ber ku demek dirêj  deng ji Şerfedîn ne dihat, lewma digotin. Lê ew dem tê û Şerfedîn çil hazar qewal bi rext dike û ji çiyê dadigere, bi şer û bi herbek mezin heyfa wan kuştîya hiltine, berxwedaneke bê hempa dike, dijmina ji axa xwe di qewtine û bi ser dikeve, hingê wek miqamê cengê ev qesîda Şerfedîn tê gotin:

Ciwabê bidene Êzdîxanê,

Bila qayim ken îmanê,

Şerfedîn mîre wê li dîwanê.

Keç û xort pîr û kal dest bi dest mil bi mil gowendê digirin bi yek dengekî bi hevre dibêjîn:

Ciwabê bidene heyporîya,

Bila berden reş xumrîya,

Şerfedîn mîre' Edewîya.

Şerfedîn ji mixarê hate dere,

Çil hezar qewşen yî li bere,

Nûrî 'alem hey li sere.

Şerfedîn ji mixarê derkeft,

Çêl hezar qewşen li ber keft,

Nûrî 'alem hey li ser keft.

Şerfedîn berê xwe mixarê wergêra,

Çêl hezar qewşen yî vêra,

Hesp di bozin, zîn yî zêre.

Şerfedîn wê têt ji xêrbe,

Rast û çep dihingêvit dirbe,

Xafil dê mirin ji kerbe.

Şerfedîn ji xerbêve têye,

Rast û çep dihingêvit dirbêye,

Xafil dê mirin ji kerbêye.

Belê ev qesîde wek marş an sirûda Êzdîya neteweyî tê gotin.

 

XELAT/Ji Rupela Rojnamevan Bella Sturki