Di navbera qeyran û hêviyê de, Kurdistan berev ku?

Di navbera qeyran û hêviyê de, Kurdistan berev ku?

Nivîs: Îmad Ehmed

 

Beriya çend rojan, birayê min Semîr ji min re got: «Kake, di vê dema dawiyê de te gelek gotar nivîsandin, çima carekê rasterast û bêyî vira û wira li ser rewşa Herêma Kurdistanê naninivîsî?» Min jî got: «Li ser seran». Dibe ku ev gotar ne bersiveke tam be ji bo wê pirsê, lê hewldanek e daku em bêyî xemlandinên zimên, rasterast li ser rewşa îro ya Kurdistanê biaxivin, Kurdistaneke ku di navbera qeyran û hêviyê de dijî.

Kurdistana îro wek keştiyekê ye di nav deryayeke tiji mij û nearam de, pêl bi tundî lê didin û asman kêm caran tîrêjên dilniyabûnê dibexşîne. Li ser vê keştiyê, mirov hinek rûniştine ku her yek ji wan xwediyê xewnekê ye, lê gelek caran ev xewn di nav tariya paşerojê de winda dibin.

Qeyran li vir tenê çarenûseke neçarî nîn e, belkî encama tevger û siyasetekê ye ku di nav salan de hatiye komkirin. Dema ku mûçe dimaşîne (paş dikeve), dema ku ciwanek tu deriyekî omîdê nabîne ku ber bi paşeroja xwe ve lê binihêre, û dema ku bavek nikaribe bersiva xewnên piçûk ên zarokê xwe bide, hingê qeyran tenê ne jimar e, belkî dibe êşeke rojane.

Rastî ev e ku kêmûkurtiyên îdarî, hevrikiya aliyan, dabeşbûna desthilatê û lawaziya opozîsyonê, bingeha piraniya van kêşeyan in. Peyvên mezin ên wek «dadperwerî» û «yekgirtîbûn» gelek caran li ser zimanan têne gotin, lê di rastiyê de ji bo xelkê wek dengekî dûr û jidengî (jawejawe) têne bihîstin. Ti sîstemek bêyî bawerî berdewam nake, û ev baweriya îro li Herêmê bi şêweyekî metirsîdar kêm bûye. Vegerandina baweriyê di navbera xelk û desthilatê de, bingeha her paşerojeke aram û seqamgîr e.

Bêguman Kurdistan tenê çîroka qeyranê nîn e. Di nav vê tariyê de jî hêviyek hîn çilo (çirۆ) dide. Xelkê vê axê her wek darberûyên çiyan, li hember reşebaya zeman, bi xweragirtî rawestiyane. Dîroka vê nîştimanê ji me re dibêje ku her çend qurbaniyên zêde dabe, lê hîn neşikestiye.

Pirsyara sereke ev e: Gelo em amade ne ji şaştiyên xwe fêr bibin, an em ê her berdewam bin li ser dubarekirina wan? Çareserî ne li derve ye, di hundirê me de ye. Ew gava ku desthilat biryarê dide li ser xizmetkirina gel, ne li ser parastina berjewendiyên taybet, û ew gava ku civak jî bêdengiya xwe dişkîne û daxwaza mafên xwe dike, wê demê destpêka guherîneke rastîn çêdibe.

Emaneta xwîna şehîdan girane û nabe tenê bibe bîranîn, ev emanet daxwaza kiryarê dike, ne tenê gotinê. Ji aliyê derve ve jî, aloziyên herêmê hişyariyeke zelal in ku aramî bi hêsanî nayê bidestxistin. Ji ber vê yekê, têkiliyeke hevseng û aqilane bi Bexdayê re pêdiviyeke girîng û çarenivîsaz e. Di hundir de jî, yekgirtina aliyên siyasî kilîta her bihêzbûneke nîştimanî ye.

 Li cîhanê nimûne pirrin, wek nimûne Sengapura welatekî bê çavkaniyên xwezayî bû, lê bi biryar, sîstem û bi dîsîplînê karîbû qeyranê derbas bike û bighêje serkeftinê wek (Lî Kiwan Yû) dibêje: Eger tu dixwazî bighêje xewnên xwe, pêwîste rêxistin û dîsîplîna te hebe. Eve dersek hêsan lê kûre, netwe tenê bi hêviyê najîn, belkû bi kiryar û bi system radibin ser xwe.

Kurdistan; Îro di kêliyek diyarkirî de ye, di navbera şev û rojê de; Hîn jî tarîtî heye, lê ronahiya sibehê jî xuya dike. Ev kêliyek hilbijartinê ye, gelo em ê bibin beşek ji krîzê an jî beşek ji çareseriyê.

Di dawiyê de, ev ax ne hewceyî sozên mezin e, ew hewceyê rastgoyîyê ye. Kurdistan ne hewceyî gotinên mezin an sozên vala ye. Ew hewceyê dilekî rast û destên paqij e ku mûmek di tariyê de vêxe, ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemûyan.

Wekî ku Serok Mam Celal dibêje: Hêvî dibe hertim hebe, çûnkî eger hêvî tune be jiyan jî tu wateya xwe namîne. Ev hêvî dema ku dibe çalakî, wate dide, di navbera hêviya Mam Celal û dersa Sengapûrê de. Nexşeyek rê eşkere dibe, ku ew rêya hêvî û biryar, xebat û rastgoyîyê ye.

Eger em bibin mûm û di tariyê de bişewitin, pêşeroj bê guman dê geş be, ji ber ku Kurdistan piştî her şevek dirêj xwedî tava xwe ye. Berî ku ez vê gotarê ji bo weşanê bişînim, min ew ji Semîr, birayê min ê delal re şand. Bersiva wî kurt bû, lê kûr bû, dema ku gotî: "Biracan, eger hûn ji min qebûl bikin, we her tişt negotiye; We rûpelek di dilê Mame Xeme de veşartiye."

 

Xelat