Pêkenokên Mam Celal

Pêkenokên Mam Celal

**Sêgoşeya Gilover

Nivîskar: Kerwan Enwer

Min got, "Birêz Mam Celal, ma tu dizanî çiqas pêkenok li ser te hatine kirin?"

Mam Celal gotî: Erê, ez dizanim. Ez ji te dixwazim ku hemû pêkenok û henekên li ser min bi zimanên Kurdî û Erebî hene berhev bikî û di civîna me ya din de ji min re bînî.

Ev gotin ji aliyê min û Mam Celal ve bi amadebûna zêdetirî bîst mîdyakar û rojnamevanên YNKê li Dabaşanê li mala Mam Celal hatin gotin.

Havîna sala 2012an bû. Em mêvanê Mam Celal li mala wî ya li Dabaşanê bûn. Wî ji me re çend henekên pir xweş û siyasî gotin û cîhana siyasetê girêda da ku raya kolanan di pêkenok (henek) gotinên xweş û hin caran jî bend gotinên li ser zimanê xelkê.

Birêz Mam Celal Talebanî ji me re behsa beşekan ji me re kirin ku di dezgehên îstîxbaratê yên Sedam Husên hebûne ku karê wan tenê çêkirina henekan (pêkenokan) û belavkirina wan li kolanên Iraqê de bûye. Mînakî, henekên ku li ser Kurdan hatine çêkirin hemî henekên siyasî yên reş bûn.

Carinan jî îstîxbarata Baasê (pêkenok) li ser serokên rejîma Iraqê ji bilî Sedam Husên diweşandin. Mam Celal ji me re behsa curê henekan kir ku hin pêkenok hene têde siyasetê rengê xwe dide, hindekên din jî hene pêkenokên normal in niyeta xirap têde nîne, wek weku ew pêkenokên li ser min têne çêkirin, gelekî normale ji kolan bo kolanê hate çêkirin.

Hevdîtina bi Mam re ji me mîdyakaran yek parçeyê rênmayî û zanyarî û berçav ronî bû derbarê hemû nûçe û bûyeran, ne tenê bi siyaset û siyaseta partîyan ve girêdayî, lê pir caran li ser çîrok, roman, ziman, bêbaranî, bendavan, kulîlk, daran, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê ji me re vedigotin.

Mam Celal mehane bi me rojnamevanan re diciviya, û heta di demên ku tevlîhevî û şer de jî, civînên Mam Celal her berdewam dikirin.

Tê bîra min ku ji du mehan zêdetir min pêkenok, henek û biserhatên ku li kolanên Kurdistan û Iraqê li ser Mam Celal dihatin gotin berhev dikir. Min hemî babetên xwe nivîsandin û bi tîpên mezin amade kirin. Pêkenokên li Kurdistanê min bi zimanê Kurdî û yên li cadeya Iraqê bi zimanê Erebî  (herdu curên Erebî ya resen û ya gelêrî) min ji Mam re amade kirin.

Di hevdîtina me ya dawî de, ku çend rojan berî ku nexweş bikeve bû, li Dabaşanê me hevdu dît. Min jê re got: Mam can, min hemî tiştên ku we xwestibûn bi zimanê Kurdî û Erebî amade kirine eve min ji bot e anîne. Bi mezinahiya xwe ez gelekî spas kirim û got: (Makok) wan nivîsan werbigre.

Ji bilî Mam Celal, ez tu rêberekî Kurd nas nakim ku karibe kolanê bi hemî şêweyên wê bixwîne û nas bike, bi pêkenok û henekên xelkê raya giştî jêre aşkiratir dibû.

Mebesta min ji vê goşeya vê care ewe ye, gelo mirovekî mezin ê rastîn hez dike bizanibe ka çawa li nava xelkê de behsa wî tê kirin? Her çiqas rexne lê bê kirin jî, ew mirovan li ser nakuje û dilê xwe nagire, lê rêberên bêaqil û tirsonek li ber rexneyên miletê xwe diruxin û ala spî bilind dikin. Mînakî, li Iraqa berya azadbûnê de bi hezaran kes hatin darvekirin, tenê ji berk u pêkenok li ser (Sedam Husên) ya rêjîma wî kiribûn.

Ev jî dişibihe Sêgoşeyek Gilover.

 

Wergerandin/ Dawûd Çîçek

Xelat/ Kurdistanî Nwê