KEVNTIRÎN NAVÊ BAJARÊ AMEDÊ
Bajarê Tahtfelahê - KEVNTIRÎN NAVÊ BAJARÊ AMEDÊ YE
Nivîskar û Lêkolînvan: Zeynelabidîn Zinar
Berî Împeretoriya MADê (BZ 678-550) navê AMEDê, TAHTFELAHê bûye.
Ji ber ku bingeha Amedê (Diyarbekir) taht e û hedimandina wê zû bi zû çênabe, ew nav ji aliyê Kurdan ve lê hatiye danîn.
Diyar e ku peyva TAHT/Teht, ji bo kevirê yekpare tê gotin.
Wateya peyvika FELAHê jî, serkeftin e.
Yani TAHT + FELAH= Tahtfelah, ango hertim wê serkeftî be û ava be.
Bi rastî jî ev e bi dehê hezaran sal e, nehatiye peyiyandin ku ew bajar ji erdhejê hedimîye. Çendî ku ji aliyê hin hêzên biyanî ve wêran bûye jî, lê heta niha jî li ser nigan maye.
Navê TAHTFELAHê di çîrokeke folklorî de ji aliyê dengbêjê Kurd rêzdar Cemal Hêştirekî ve hatiye gotin ku paşayê wê mirovekî pir dadwer bûye, Kurdan navê ADIL lê kirine û jê re ”Adil Beg Paşayê bajarê Dadfelahê” hatiye gotin.
Niha min jî ew çîrok nivîsiye û ji çapê re amde ye.
Li gor bernameyê, berî Newroza 2026an wê ji çapê derkeve.
Di çîrokên Folklora Kurdî de navê gelek cihwaran hatine gotin. Lê ji ber ku em bi mêjûya xwe nizanin, îcar em wan navan jî nizanin ku yên kîjan bajarên niha yên Kurdistanê ne.
Bi hêviya lêkolîn û lêgerînan, her serkeftî bin…
28/ 11/ 2025
Xelat
