Ey feleke ma tu nizanî

Ey feleke ma tu nizanî

Nivîskar: Heyder Xelîl

  

Ey feleke ma tu nizanî ku ez li bendê me ku rojekê derfetekê bide min û ez herim li dîwarên xanî xwe û li baxçîn zêtûnên gundê xwe binêrim

Û gilî û gazincên xwe pê bikim lê min nizanibû wê bêbextî li min bikin

Û riya min li pêş çavên min reş bikin û daxwazên min li ber min winda bikin

Û ji nûve kul û keserên min tev bi xwîn bikin û xem û xeyalên min winda bikin

Û ji ber  wê ez penaber bûm û ez hîro li welatekê xerîbim û min bê xwedî  bikin

Ey felek me, ez kî çi gazincê hîn bi te  bikim ma qey tu nabînî çi li serê min dikin

Vaye yek bêbextî dike û yek kuştinê dike û yek kêfxweşî pêşwaziyê dike û yek daxwazên azadî dike li welatê min

Û yek daxwazên dînê Îslamê dike û yek ji bo dînê Îslamê kuştina zarokên welatê min dike

Û yek ji bo peren kal û pîran dide kuştin û talan dike û destê xwe dirêj dikin dibêjin em welatparêz in

Ey welatê min ma ezê çawa rûpelên jiyana xwe ji nûve nû bikim werim pejirandin û gilî û gazincên xwe bi darên zêtûnên gundê xwe bikim û bi xanî xwe bikim

Ji ber wê henek sûfîne û henek xwîn mijin û henek xwîn firoştin û ez dizanim ev derfetên azadî di welatê min de tune

Û henek terorîstên û henek DAIŞê ne û welatê min girtin bin destê xwe û derdorên wê û xanî wê û darên zêtûnên wê û gundên wê tevde bi xwîn kirin

Û ji ber vê yekê riya min li pêş çavên min winda kirin û ez penaber kirim û cihê warên bav û bapîrên min wêran kirin

Ey feleke bê bext ma ne bese ji te re ku te welatê me û cihê warên bav û bapîrên me li me qedexe kirin û kevir li ser kevir nehîştin

Ey feleke ma tu nizanî cihê warên min wêran kirin û cihê war ji min re nehîştin û ez penaber kirim û bê dost û heval kirim û em her yek bi welatekî xerîb xistin û kul û derdên min giran kirin

 

 Holende.    7.    12.   2025.

Xelat