Hêro Xan.. Nîşaneya Jina Kurdistanî a Serkirde ye
Jina serkirde, siyasetmedar, tekoşer û pêşmerge a Kurd û Kurdistanî (Hêro Xan) dîrokeke tejî ji şanazî û serbilindiyê ye ku divê mirov mafê wê bidê ku yek ji jinên serkirde yên di dîroka Kurd û Kurdistanê de degmenin û kêm wêne ne.
Hêro Xan keça ronakbîr û siyasetmedarê mezin (Îbrahîm Ehmede) û her weha keça nivîskar û romannivîsa mezin (Gelawêj xanime) û herdu bejin bilind li ser astê Kurdistanê û mamostayên kurdayetî û nîştiman perweriyê ne, her weha Hêro Xan hevjînê serokê rewanşad Mam Celal e ku sembola xebata netewî ya rizgariya gelê Kurd û di heman demê de yekem serokkomarê welatekî erebî bûye ku bi ked û tekoşîn û xebata şoreşgerî ji çiyan gihêşte koşka Selam ya Bexdada paytext, eve jî şanaziyekî mezin û buhaye ji bo gelê Kurd. Hero Xan taybetmendiyeke xwe ya din jî ewe ku miroveka zana û têgihêştî û xwende bûye tevî şert û mercên zehmet ya malbatê her weha gav bi gav li kêleka Mam Celal bûye di xweşî û nexweşiyan de û piştevan û beşdar bûye di xebata rizgariya netewî wek pêşmerge û wek mîdyakar û wek dayîk û wek jinek xebatkar ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê .
Hêro Xan ji bilî wê ku parêzvana şoreşa nû bûye bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di heman demê de parêzvan û havkar û piştevanê xebat û tekoşîna neteweyî li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê bûye, her weha yekem jina serkirde ku giringî daye xebatên kulturî û hunerî û çandî bi bê cudahî û giringiyek taybet dida hunermend, nivîskar, wêjevan û medyakaran, ji bo parastina xezîneya dewlemend a çanda û kultur û kelepora Kurdî. Hêro Xan bi dirêjahiya xebata xwe xwestiye arşîvek zengîn biparêze û kanala telefizyonê ya Kurdsatê xiste xizmeta hemû Kurdan.
Hêro Xan xwedî kesayetiyeke bihêze ji zanîn û îrade û tekoşînê bi berdewamî di nava şert û mercên dijwar de bergîrî li xebata jinan jî kiriye û rola jinan li Kurdistanê daye pêş û hêşt ku jin pêgeha xwe ya diyar hebe beşdar be di nava siyasetê û civakê de.
Hêro Xan piştevana xebata gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bûye û nimûneyên mezin û pîroz hene di wî warî de.
Rojbûna jina tekoşer û xebatkar a mezin dade Hêro Xan pîroz be û her şad û bextewer be.
Nivîs: Dawûd Çîçek
12/6/2024
XELAT