Bîranînek li ser dengbêjê gorbihişt Mehmûdê Hesê

Bîranînek li ser dengbêjê gorbihişt Mehmûdê Hesê

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Gelek car min nivîsiye û di gelek semîner û bernameyên xwe de jî gotiye ku Dengbêj û Stranbêjên Kurd mêjûya Kurdî ya devkî heta îro parastine. Lê mixabin di Medyaya Kurdî de zêde behsa wan nayê kirin.

Duhê dema min bi rêzdar Abidîn Bilokî re li ser Destana Hesenê Mala Mûsa û Hedêya Qaso suhbet dikir, wî behsa dengbêjê gorbihişt Mehmûdê Hesê kir ku çar-pênc sal berê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Îcar dema min xwe bera kûrahiya jiyana wî da, min dît ku wî bi dehan stran li ser babetên cuda gotine.

Ev e çend berhemên Mehmûdê Hesê li jêrê hatine nivîsandin:

. Bavê Nûrê…

. Bişarê Çeto…

. Cemîl Paşa…

. Delal Delal Berebin…

. Delal…

. Delala Mîran…

. Eliyê Daman Begê

. Emînê Perîxanê…

. Heyla Lê Dayê…

. Îskan Paşa…

. Kafir Mistê…

. Keça Sinoqî…

. Kirîvê Sînan…

. Şarê Dayê…

. Sebra Dilê Min…

. Şerê Mala Ûsibê Seydo…

. Simaîlo…

. Teyar û Derwêş…

. Wey Delal…

. Wey Lê Dayê…

. Xerabo…

Û gelek berhemên din ên gorbihişt hene…

Eger meriv li ser her yek ji van berheman lêkolîn bike, wê gelek rûdanên ku di tarîtiyê de mane, eşkere bibin.

Bi hêviya ku stranbêj û dengbêjên Kurd hertin di Medyaya Kurdî de zindî bêtin xuyakirin..

Her şad û bextewer bin…

21/ 07/ 2025

 

XELAT