LE GOVARȊ HAWAREWE BE SORANȊ

LE GOVARȊ HAWAREWE BE SORANȊ

LE GOVARȊ HAWAREWE BE SORANȊ

DÛ MIJDE Û AGADARȊ BO KURDANȊ BAŞÛR

A: Salih Bêҫar

MIJDE BO LAWANȊ KURD

Lawanȋ Kurd! Mijde bê lêtan, le paș șeș mang diyar nebûn, ewa emro ewel nûsrawȋ Hawar le bin ҫapda hate derewe. Ey birale bizanin ke hemû mȋletêk be zimanȋyewe nasrawe û enasrê. Ke ziman nebû hȋҫ ștêkȋ tir bûnȋ we pêkhatnȋ dirust nabê.

Bo jiyanewe û serkewtinȋ ziman nûsȋn, bilawkirdinewe, we rojname pêwȋste. Temașa keyn lemperȋ Kurdistanewe bo ewperȋ, le serewe, bo xwarewey taw deyn le sê ҫapxane bewlawe nabȋnȋn. Yekêkyan jiyarȋ Silêmanȋye. Ke emeș le bexêrhatnȋ piyawêkȋ gewre, heracȋ milk, ȋlanȋ tapo bewlawe ștêkȋ tirȋ tiya nȋye. Duwemȋn Zary Kurdmancȋye ke hȋ piyawêkȋ feylesufȋ pirqȋmetȋ xomane. We hemû pûl û pareyekȋ lew ҫapxaneda xerc kirduwe bo berzbûnewey zimanȋ Kurdȋ we le ҫapdanȋ kitêbȋ pêșȋnanȋ bêhawta, le paș ewe ke hȋҫ yarmetȋ le ême nedȋ ewa ewȋș hate halȋ bêxwadȋ. Sêyam Hawar, Hware. Hawar wekû hemû ezanȋn hedefȋ esasȋ berzbûnewey zimanȋ Kurdȋ, yekxistinȋ her dû zimane. Yanȋ Kurdȋ serû û Kurdȋ xwarûwe. Ey beҫke șêranȋ nȋștiman, ey ew kesaney ke xwênȋ germȋ pakȋ Kurdayetȋ le leșa eculê, ey ew kesaney ke bo berzȋ zimanȋ wilat hewl eden, hȋmet biken, tê bikoșin bo jiyanewey hewarman û zarman. Nûsrawekanȋ wilatȋke bibȋnin we tozȋ dilman be hȋ xoman we xoman bisûtê. Bo ҫȋ êmeș hewl nedeyn legel xêwȋ em dû ҫapxane be nirxeman da bo berzȋ we yekêtȋ zimanman.

Ȇme ke wilatȋ xoșewȋst ҫawerwanmane zimanȋ xoman herz nekeynewe, kê hewlman bo eda, kê bo zimanman tê ekoșê. Bo ҫȋ her yekê le ême carȋ be yek dû ҫȋrokȋ Kurdȋ xoș ke her Kurdê sed ezanê, hemû rûperey bew ҫȋroke bêhawta felsefyane nerazênȋnewe, bo ҫȋ be basȋ xo parastin le nexoșȋ pir nekeynewe, bo ҫȋ dawa kirdinȋ pêwȋstȋ wilatȋ tiya bilaw nekeynewe?

Birakanim, bizanin ke jiyanȋ nûsrawȋman be êmewe bestrawe, berzȋ ême be berzbûnewey zimanmanewe ye. Yekêtȋ ême be yekêtȋ zimanmanewe ye. Nabê xoman bo fewtanȋ xoman hewl bideyn. Têkoșȋn, be mal û be pare bo berzȋ zimanman wacibe leser hemû lawêkȋ dilsoz.

Ey birale bo ҫȋ, ta êsta hêștûmane em dû nûsraweman bixewin. Bam hewl bideyn bo hoșhênanewe seryan bo xizmetȋ nȋștiman.

Le paș em nûsȋne zorey haware ȋtir hȋwaman waye hemû lawêkȋ dilsoz hewlȋ serxistinȋ bida we bo pirkirdinewey beynȋ kolekekanȋ le hemû nûsrawêkȋ tira nûsȋn be zimanȋ xoman, Kurdȋ xwarû, tiya bibȋnȋn bo ewey ke be her dû ziman ew xizmete ke Hawar hewlȋ bo eda pêk bêt.

**********

LAWANȊ PIJDERȊ

Name

BO LAWANȊ KURD LE ȆRAQA

Ey lawan! Le demêkewe Hawar der ne eçû. We le pêştirîş da Hawar nedehate Ȇraq. Çunkî hikumetî Ȇraq hatinî Hawarî bo Ȇraq bend kirdibû, be heq û naheq bê, êsta ême gwê nadeyne ewey ke emro ême le şwênî egerêyn lew gelê muhîm tire.

Boçî lawanî Ȇraq weku pêşû meqale û şîri bo Hawar nanûsin. Belê lew rojewe ke hikumetî Ȇraq çûnî Hawarî bo Ȇraq bend kirduwe lawanî Ȇraqîş destî xoyan lê kêşawetewe. Ebuwaye wa nebuwaye. Îhtîmale ke Hawar be dilî xelk, be dilî bêganekan nebêt. Belam be dilî xoman û hawlatî xomane, leber ewe ême derman hêna û emroş derî ehênîn û xwa hez bika axrîş derî ehênîn û heta dest birwa benaw hemû kurdistana bilawî ekeynewe. Wekû êwe ezanin ewelemîn hedefî Hawar pêkhanîn, rêkxistin û pêşxistinî zimanî Kurdîye.

Hawar wekû dêberêke lem dêbereda debê hemû core towêkî pêwe bikrê. Towî esasî em dêbere lehcey bakûr (şîmal), lehcey nivro (cenûb) yanî kurdî wlatî jûrû û Kurdî wilatî xwaruwe.

Heta (15-16) jimarey Hawar be herdû Kurdî derdeçû. Belam le paşa Kurdî Soran yanî baba - Kurdî xoy kem kird. Çunkî wekû le pêşewe witman Hawar îtir neeçuwe Ȇraq. Êwe nûsrawî xotan le Hawara ne edî, û berî koşişî xotan ne exward. Belam ey lawan baş bizanin em rewiştî êwe baş nîye. Ewelcar berî koşişî ême bo ême nîye. Ewe bo newey paşeroje. Îşî ême tow be zewîyewe çandine. Eme ke ême pêy elêyn tow denke, beser zewîda blaw ekrêtewe, û be gasin exrête bin zewîyewe. Le paş ewe le êmewe dyar nîye, heta sewz ebêt. Nûsarî êweş her waye. Ême ewe leser rûperey Hawara derêjîn. Renge sewzî ew bibînin, û rengîşe neybînin. Nabê êwe leber ewe dilteng bibin û le dlî xotana bilên: "nûsrawêk ke min le şiklî çap da neybînim boçî û bo kê bnûsim?". Êwe ewe bo yekêtî zimanî Kurdî û bo newey paşeroj bnûsin. Ey lawan wekû eşîret le wextî hawar da pelamarî tifengî xo deden êweş herweha pirî qelemî xotan biden û dest be îşî xotan biken. Kurd û Kurdayetî tenha be koşişî êwe, be koşişî lawçak etwanê bijî.

Daxim bo ew mîletey ke lawî ew tênakoşin. Xozgem bew mîletey ke lawî ew lê hoşyarn.

Hawar

----------------

Serçawe:

Govarî Hawar jimare 24 salî duwem, 1î nîsanî 1934

 XELAT