Li Silêmaniyê 100 saliya ragihandina Kurdistana Sor hat bibîranîn
Di bîranîna 100 saliya ragihandina Kurdistana Sor de Saziya (Kerîmê Eleke) li Bajarê Silêmaiyê panêlek bi navnîşana (Ezmûna Kurdistana Sor û rehendên wê û lêkolînên dîrokî) organîze kir. Di panêlê de her yek li Profîsor Doktor , Hîwa Ezîz Seîd û Porfîsor Doktor , Saman Hisên û Profîsor Doktor, Herî Mehdî Mîke bi kurtasî li ser dîroka avakirina Kurdistana Sor û şert û mercên ku têde ew komar hate damezrandin şîrove kirin, bi amadebûna hêjmarek rewşenbîr û ronakbîr û nivîskar û lêkoler û rojnamevanên bajarê Silêmaniyê.
Pro.Dr. Hîwa Ezîz Seîd ragihand ku Kurdistana Sor di sala 1929`an de hatiye damezrandin di serdema Yekîtiya Sovyetê de û piştî şoreşa oktoberê û her çiqas hêjmara akinciyên Kurdistana Sor hindik jî bûye û temenê xwe kin bûye ku tenê 9 meh dom kiriye lê belê ezmûneke gelek giring bûye. Her weha zimanê Kurdî wê serdemê gelekî pêşketiye, lê belê di encama nakokiyên Yekîtiya Sovyetê û Azerbejanê û Tirkiyê û di encama siyaseta Stalîn ya li dijî Kurdan ew komar hate hilweşandin.
Ji aliyê xwe Pro.Dr. Saman Hisên behsa nêzîkatiyên ronakbîr û rewşenbîrên çep ên Kurd kir ji Kurdistana Sor re wek (Kemal Mezher, Refîq Hilmî û Izedîn Mistefa Resûl) û di nivîsên xwe de pesna partiya komonîst ya Rûsya û Lênîn dikirin di naskirina mafê gelê Kurd û damezrandina Komara Kurdistana Sor, her weha di nivîsên xwe de diyar dikirin ku her çend Kurd li Kurdistana Sor şert û mercên bûna netewe têde nebû jî lê desthilata sosyalîzmê mafê wan naskirin, lê belê behsa hilweşandina wê komarê nakin û tenê rexne li Stalîn digrin ku wî Kurdistana Sor hilweşand û Kurd koçber û sirgûn kirin.
Pro.Dr. Herdî Mehdî Mîke jî bal kişand ser wê yekê ku Kurdistana Sor nebû modêl li cem Kurdan li parçeyên Kuristanê û hatiye paşguh xistinê her weha nebû nasnameyeke Kurdayetiyê û lobiya Kurd jî ew paşguh xist û ji ber ku Kurdên Rûsya piranî şîe mezheb û Êzidî û hêjmarek kêm Sunî mezheb bûne giringiyek tê xwestin nehat dayînji aliyê Kurdên parçeyên dinê ve.
Piştî wê rewşenbîrê û ronakbîrê Kurd (Stran Ebdulah) ku di heman demê de Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê ye balkişand ser wê yekê ku Kurdên Kurdistana Sor hemû Kurmancin û jiber wê yekê jî zêdetir ji aliyê Kurdên Kurmanc yên li Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê giringiyek baş dihat dayîn û bi taybetî jî ku Êzidî jî li wan parçeyên Kurdistanê hene her weha li Kurdistana Sor û piştî wê jî zimanê Kurdî gelekî bi pêşket û ronakbîr û rewşenbîrên mezin derketin û gaveke baş di çapemeniya Kurdî de hate avêtin.
Stran Ebdulah di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku herî zêde Tirkiyê li dijî damezrandina Kurdistana Sor bû çûnkî tirsa wan ewbû ku bandora xwe li ser Kurdên bakûrê Kurdistanê çêdike û ew jî bû sedemek ku temenê wê zêde dirêj nekir û hate hilweşandinê.
Her weha di kevana panêlê de pirtuka bi navê (Asya Naverast û Qefqas, Kurdistana Sor) ku têde hêjmarek nivîsên sê nivîskaran (Harun Yilmaz û Îsmet Şerîf Wanlî û Danyal Moler) li xwe digre ji wergêrana (Erselan Hesen) li ser amadevanan hate belav kirin. Pirtûk ji hêjmarek gotar yên derbarê jiyana siyasî û civakî yê Kurdên Qefqasê li serdema Sovyetê di salên (1920-1991) de.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku, Kerîmê Eleke navê xwe (Ebdulkerîm kurê Îlyas Pols Îbrahîm)e, di sala 1867`an de li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê . Kerîmê Eleke, mirovekî dîndar bû û li ser dînê bav û kalên xwe yên xiristiyan bû, jêhatî û têgihîştî bû, gava ku hest kir ku Şerê Cîhanê yê Yekem tê, gelek dexlûdan depo kir û di dema hejariyê de bi pereyek hindik difirot feqîran. Vî xêrxwazî her êvar di menceleke mezin de xwarin çêdikir û li feqîran belav dikir, dema ku îngilîzan mala şêxan talan dikirin, xwe digihand malên şêxan û gelek alîkarîya wan dikir.
Di dema bombebaran kirina bajarê Silêmaniyê de tenê mala Hacî Îbrahîm Axa û Kerîm eleke ku ji bajêr derneketine. Kerîmê Eleke ji bilî Keldanî bi Kurdî, Farisî û Erebî jî baş dizanibû.
Salên dawî yên jiyana xwe li Bexdayê derbas kir û di sala 1948`an de koça dawî kir û li goristana katolîk a Bexdayê hat veşartin.
Sekoyê Kurmancî