Yekem Rêklama (Jinanînê) di Rojnameya Kurdî de!

Yekem Rêklama (Jinanînê) di Rojnameya Kurdî de!

Kesayetê bi navû bang a Kurdistanê (Pîremêrd) pêşengbûye û di xema karmendên çapxaneya xwe de bûye û ji bo karmendê xwe (Doktor Şo) rêklamekê di rojnameya xwe de diweşîne û daxwaza keçekê ji wî karmendê xwe dike, rêklam jî bi navûnîşana (Jinhênan- Jinanîn) bûye.

Nivîskar û rojnamevan û cîgirê sernivîskarê rojnameya Kurdistanî Nwê mamosta (Merîwan Mesûd) di gotareke xwe de bal kişandiye ser vê rêklamê û dibêje, ez çiqasî di kesayetiya Pîremêrdê mezin de kûr dibim tiştên nû û matmayî dibînim ku berya wî nehatine kirin.

Merîwan Mesûd, diyar dike ku her çiqas derbarê Pîremêrd de hatiye gotin bi taybetî li ser agirê Newrozê ku yekem kes bûye agirê Newrozê li Girê Mam Yare a bajarê Silêmaniyê pêxistiye û sirûda Newrozê amade kiriye û her weha yekem kes bûye ku amêrê çapê aniye bajêr û çendîn rojname û kovar û pirtûk weşandine ev ji bilî rola wî di dewleta Osmanî de ku hemû erkên xwe ji bo xizmeta gelê Kurd bikar aniye.

Bi gotina Merîwan Mesûd, ew rêklama "Jin xwestinê" li yek ji hejmarên rojnameya (Jiyan) di sala 1936`an de weşandiye û Pîremêrd bi xwe ew rêklam nivîsiye ku wî demî sernivîserê rojnameyê bûye û rêklam bi vî awayî bûye:

(Jinhênan)

(Ehmed Şûkrî efendî hevalê me yê çapxanê, xortekî xwendekare, em mijûlin ku jinekê jêre bînin, dayîk û xwîşk û kesûkarên wî tune ne taku şerê bûk û xwasiyê derkevê ye. Areqê venaxwe, qomarê nalîze, cixarê venaxwe, xoş sihete.

(Herac) kî dixwaze pêre bizewice, ya kê keç heye bide wî ? ji bo me binivîse….)

Dr. Şo karmendekî serekî ya çapxaneya Pîremêrd bûye ku têde rojnameya (Jiyan) çap dikir wek yekem rojnameya serbixwe dikeve jiyana rojnamegeriya kurdî.

XELAT/ Kurdistanî Nwê