HORÎ- Girîngiya destnîşankirina Silêmaniyê ji bo pêngava aştiyê
Rojnamevan û Lêkolînerê Siyasî (Dawud Çiçek) îro şemî 12/7/2025 bû mîvanê Bernama (HORÎ) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Dawud Çîçek bal kişand ser girîngiya destnîşankirina Silêmaniyê ji bo pêngava aştiyê ku bûyereke dîrokî bû li ser astê Kurdistanê û Cîhanê kû pêngava yekeme ji bo pêşveçûna aştiyê û çareserkirina pirsa kurd li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê.
Dawud Çîçek di axaftina xwe de bal kişand ser rola dîrokî ya rewanşad Serok Mam Celal ku ji sala 1991`an ve destpêkir û di 1993 a navbeynkariya navbera dewleta Tirkiyê bi serokatiya Torgut Ozal û rêberê PKK Ebdulah Ocalan de kir û berdewamîbûna hewlên xwe di salên dûvre û ev pêngava duh ya şewitandina çekan ji aliyê komek şervanên azadiyê jî cibicihkirina pêvajoya aştiyê ye ku Mam Celal kevirê bingehîn jêre danîbû ku li Silêmaniyê birêveçû.
Her weha Dawûd Çîçek tekez li wê yekê jî kir ku YNK û Serokê wê Bafil Celal Talebanî berdewamin li ser rêbaz û siyaseta Mam Celal ji bo piştgîriya doza kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
