Cebarciyê navdar yê Efrînê û Rojava Nebî Evdoyê Hiskê binasin
Cebarcî Nebî kurê cebarcî Evdoyê Hiskê ku niha li Hewlêrê rûdine, karê bavê xwe dike û bi serkftî têde dirêjpêdere, wek tê zanîn ku wî destê bavê xwe Evdoyê Hiskê yê ku gelek bi navûbang bû wergirtiye.
Evdoyê Hiskê cebarciyê Kurd ê Efrînî ji gundê Miskê ya jorîn ji mala Hiskê bûye. Kesekî jêhat û mirovperwer û zanayê karûbarên şikandina laşê mirovan bûye. Xelkê ku birîndar an jî şikandin di laşên wan de çêdibû, ji hemû parêzgehên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berê xwe didan gundê Miskê tako cebarciyê kurd apê (Evdoyê Hiskê) bibînin û birîn û êşa wan derman bike.
Gundê Miskê bi apê Evdoyê Hiskê naskirî bû, heya niha jî, dema ku hinek ji gundwarên Efrîn an jî Kobanê û an jî Cezîrê min dibînin û ji min dipirsin gelo tu ji kijan gundê Efrînê yî, ez dibêjim ji Miskê, ewan yekser ji min re dibêjin, ji gundê Evdoyê Hiskê.? Ev yek tê nîşandan ku apê Evdo, ji ber serkeftina di karên xwe ê cebarciyê de, navûbangeke berfereh bi destxistibû.
Apê Evdoyê Hiskê di sala 2004`an de, ji ber nexweşiyê di temenê xwe ya 76 saliyê de, jiyana xwe ji dest da û xatir ji vê dinê xwest û çû bo ser dilovaniya Xwedayê xwe.
Her weha niha jî, Nebî Bavê Evdo niha yek ji baştirîn û xweştirîn û merdtirîn mirovê kurdperwere ku di xem û xembariya xelkê xwe de karên xwe bi wîjdanî dike ûş her serkeftî ye…
Malbeta Hiskê di gundê Miskê jor û jêr de, malbata herî aram û xwedî rol û erkên aştiya navxweyî ne û di xizmeta civaka sivîl û aram de, her dem xwedan gotinên baş û têgehên çak û rewa bûne.
Dikanim wiha bibêjim ku rêzdar Nebî ne tenê pîşe ji apê Evdo wergirtiye, lê gelek tiştên girîng û watedar jî, ji apê Evdo wergirtiye ku bigre ji axlaqê baş û rind, têgehên miroveyetî û rewana kurdeyetî jî, û gelek tiştên bi sûd ji bavê xwe apê Evduyê Hiskê wergirtiye. Ji ber wê jî, ew jî, niha yekek ji wan kesên ku di nava civaka kurdên Rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî hatiye naskirin û êdî navûbangê xwe tê berfereh kirin.
Em serkeftinê ji kekê Nebî re dixwaz in.
Xelat/ Amadekirin: Hozan Murşid Efrînî
