11 Sal bi ser komkujiya Şengalê re derbas dibin

11 Sal bi ser komkujiya Şengalê re derbas dibin

Sibeha roja 3`ê meha Tebaxa sala 2014`an terorîstên (DAIŞ) êrişî devera Şengalê û gund û navçeyên dewrûberê wê kirin û komkujî bi ser xelkê me yê Êzîdî pêkanîn.

Di encama wê komkujiyê de zêdetir li (10) hezar Kurdên Êzîdî şehîd û bêserûcih bûn û zêdetirî (360) hezar kes jî ji warên xwe koçber bûn. Her weha terorîstan çendîn gund û perestgehên Êzdiyan wêran kirin û bi komî mêr hatine kuştin û hatine binax kirin û jin û keçên Êzîdiyan jî wekû kole şandin Musilê û Reqayê li Sûriya û deverên jêr destê (DAIŞ) de û zarok jî ji bo xizmeta desthilata xwe perwerde kirin û di şerê xwe de bikar anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Kurdên Êzîdî, hêjmara wan kesên jiber êrişa DAIŞ hatine revandin (6) hezar û 417 kes bûn ji wan 3 hezar û 548 kes jin û keç bûne û 2 hezar û 869 kes jî xort û zilam bûne.

Li gor amarê di encama tawanên DAIŞ de nêzîkî (5) hezar Kurdên Êzîdî şehîd bûne, heya niha jî bi dehan gorên komî û hêjmarek korên take kesî li Şengalê hatine dîtin û (68) mezargeh jî hatine jinavbirin.

zêdetirî 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şengalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li Dihokê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî jî penaber bûn. Her weha 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî Komkujiya DAIŞê bi awayekî fermî nas kiriye.

 

XELAT