Bernama Roşîn ji Silêmaniyê bi kurmancî tê weşandin
Bernameya Roşîn, bernameyeke cihêreng a çandî û hunerî ye ku ji aliyê radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ve li bajarê Silêmaniyê tê weşandin.
Rojnameya (Kurdistanî Nwê) ev nivîs derbarê Bernama Roşîn de weha belav kiriye ku, bername 25 xulekan didome û her du heftiyan carekê ye, rojên pêncşemê di saat 5`ê êvaran de ji aliyê mamosta (Roşîn Serêkaniyê) vet ê pêşkêş kirinê.
Ev bername bi zaravayê (Kurmancî) mêvandariya rewşenbîr û behremend û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa û Qefqasyayê dike.
Her weha di vê bernameyê de ronahî dixe ser wê yekê ku kurd miletekî xwendevan û hoşyar û xweşewîstê huner û jiyanê ye û vê yekê bi cîhanê dide nasandinê.
XELAT