Jiyana Kurmanca digel hunermende ciwan Kewser Merwan
Mîvana xeleka îro 28/6/2025 ya Bernama (Jiyana Kurmancan) mûzîkjena kurd ya ciwan (Kewser Merwan) bû ku, bi xwe ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li bajarê Silêmaniyê tevî malbata xwe dijî.
Keça Ciwan (Kewser Merwan) ku li zanîngeha bajarê Silêmaniyê berdewamiyê bi xwendina xwe dide û di heman demê de mijûlî karê hunerî û mûzîkê ye jî, ku amêra Gîtar û Piyanoyê dijenîne, di vê hevdîtinê de dibêeje ku, dema ew digel malbata xwe ji Efrînê derketin ji bo ku ji rewşa şer dûr bikeve xwe mijûlî mûzîkê kiriye û hestên xwe bi mûzîkê aniyê ziman.
Kewser di heman demê de karê destî jî çêdike û yên kulturî diafirîne, her weha li bajarê Silêmaniyê beşdarî li çendîn pêşangeh û festîvalên hunerî û karê destî bûye.
Bernameya "Jiyana kurmancan" li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de danê sibehê demijmêr 10an de tê weşandin bername ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkeşkirin.
Eve çend vîdyoyên Kewser Merwan in:
https://youtube.com/shorts/D_V3j8a_rbQ?si=XcitpSpnVaHmGcug
XELAT
