Konferansek Ji Bo Penaxwazên Kurd ên Mektum

Konferansek Ji Bo Penaxwazên Kurd ên Mektum

Konferansa Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê a taybet bi penaxwazên ku navê wan netomarkirî ( Mektumin) di hola CDOyê de li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Di wê barê de, Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye (Hozan Efrînî) ji rojnama Xelatê re ragihand: Ji bo nirxandina rewşa penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, me wek Encumen konferanseke taybet ji bo rewşa penaxwazên kurd ên ku li Sûriye ne tomarkirî ne encam da.

Efrînî, zelal kir ku armanca wê konferansê ew bû ku rewşa aloz a ku penaxwazên ku nav nehatine tomarkirin gotûbêj bikin û ji rayê giştî û aliyên peywendîdar re bidin ragihandin tako çareseriyeke guncaw jê re bê dîtin û yê herî rast ewe ku van 250 malbatan rewaneya welatên siyem bikin.

Derbarê çawaniya birêvebirina konferansê de jî, Hozan Efrînî, da zanîn ku ji aliyê rojnamevan û endamê desteya rêvebir a Encumena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê (Dawud Çîçek) ve konferans hat birêve birin, ku bo şêwazeke demokratiyane piraniya nûner û berpirsên rêxraw û aliyan gotin û nerînên xwe anîn ser ziman.

XELAT- Roşîn Serêkanî