Xwendinek ji çîrokên Gelawêj Xanimê li Salona Kurdistanî Nwê

Îro şemî 30/11/2024 li Salona Rojnameya Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê, bi hevkarî li gel Desteya Malpera Gelawêj Xanim, semînerek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka (Xwendinek perwerdeyî ji bo çîrokên Gelawêj Xanimê, taybet ji bo gencan) ji bo nivîskar Mehmûd Ebdulkerîm Bajalan hat organîze kirin.
Semîner bi amadebûna Lîloz Xanim keça ronakbîrê kurd rewanşad Îbrahîm Ehmed ku di heman demê de keça Gelawêj xanimê ye û berpirsê borda ragihandinê rêzdar Letîf Nêrweyî û hêjmarek ji nivîskar û akademîst û ronakbîr û rojnamevanan birêveçû.
Nivîskar di axaftina xwe diyar kir ku, Xanim Gelawêj di çîrokên xwe de a ji bo xortan de û bi taybetî di romana xwe (Efsaneya Nawgardanê) de bi berfirehî li ser aliyên civakî xebitiye. Gelawêj xanim di pêşekiya pirtûka xwe de dibêje; Li Ewropa û welatên pêşkeftî pirtûk û kovarên zarokan pir populerin, ji şeş-heft saliya xwe ve zarok dikarin biçin pirtûkxaneyan û li gorî temenê xwe pirtûk, kovar û materyalên xwendinê bikirin.
Piştî semînerê gotûbêj li ser kar û xebatên wêjeyî yên Gelawêj Xanimê hatin kirin û babet hate dewlemend kirin.
XELAT