Konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Rojava
Îro roja şemiyê 26 Nîsanê 2025 Konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo birêve diçe.
Hemû partî û aliyên kurdî û keayetiyên siyasî û rewşenbîrî di konferansê de beşdarî dikin her weha şandên ji bakûr û Başûrê Kurdistanî jî têde beşdarî dikin.
Her weha şandeyek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya (Emîn Babaşêx) li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya. Şandeyê piştgiriya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji nû ve dupat kir ku dê bibe alîkar ji bo xurtkirina yekîtî û helwesteke yekgirtî ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî ji bo serkeftina diyalog û danûstandinên Kurdan bi Şamê re di vê qonaxê de.
Hêjayî gotinê ye ku di vê qonaxê de daku Kurd mafên xwe di Sûriya pêşerojê de tesbît bikin û bi yek şandî ji bo diyaloga bi Şamê ev konferans gelekî giringe.

XELAT
