Kampên Koçberan Tên Daxistin û Hozan Efrînî Bangekê Dike

Kampên Koçberan Tên Daxistin û Hozan Efrînî Bangekê Dike

Bi sedan koçber (aware)yên Êraqî li kampa aştî ya li sinorê parêzgeha Silêmaniyê vegeriyan bo ser mal û mulk û warên xwe û biryare heta meheke din kamp bi temamî bê daxistin.

Di vê derbarê de Serokê Encumena Penaberên Kurdên Rojava- Sûriye Hozan Efrînî ragihand û got; Derbarê daxistina kampên koçberên Êraqî berî çend meha wezareta koç û koçberan a Êraqê eşkere kir ku wê di meha 6`an û şûnve wê dest bi daxistina kampên koçber (aware)yên Êraqê were kirin li herêma Kurdistanê û wê vegerin cih û warên xwe.

Hozan Efrînî diyar kir ku, ev biryar jî ji wê yekê hat, jiber ku ew dever û navçeyên wan koçberan metirsiya terorê û DAIŞ`ê lê nemaye , niha hemû azad bûne û aram in û pêwîst hemû koçber vegerin cihê xwe.

Eşkere jî kir û got; Hinek ji penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ditirsin ku ev biryar li ser kampên penaberên Rojavayê kurdistanê jî were cîbicî kirin, lê heya niha em wek Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê, em hatine agahdar kirin ku ew biryar ne li ser penaberên Rojavayê Kurdistanê ne û ev biryar tenê ji bo koçberên Êraqî ne, çi yên Şengalê û çi jî yên deverên din ên Êraqê.

Her weha Efrînî bang li Neteweyên Yekbûyî kir û got; "Em jî weku (Encumena Penaberên Rojavayê Kurdistanê) bang li Neteweyên Yekbuyî (UN)ê û aliyên pêwendîdar dikin ku ligel kurdên me alîkar bin û bi taybet mijara (Îadet Tewtîn - nîştecihkirina li welatê sêyem) were bi cih kirin û alîkariya nexweşan û yên pêdiviyên taybet were kirin li Herêma Kurdistanê.

Di dawiya axaftina xwe de Hozan Efrînî eşkere kir ew dixwazin ji bo ew kesên (Mektûm) yên (tomara wan tune ne li cem tu welatan) alîkarî were kirin, ku ev kes hem li Sûriyê û hem jî li Herêma Kurdistanê jî mektum in. her weha got: "Ji ber vê yekê jî em roja sêşemê 11/6/2024`an li bajarê Silêmaniyê komcivîna xwe lidar dixin bi amadebûna hemû aliyên pêwendîdar û rêxistinên pêwendîdar emê rewşa wan pêkêş bikin ji aliyên pêwendîdar û raya giştî.    

XELAT